Amedspor li sehaya xwe bi Bodrûmsporê re 1 û 1 ma û di rêya çûyîna Lîga Superê de avantajeke mezin winda kir.
Di Lîga 1emîn a Trendyolê ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de Amedspor û Bodrûmspor di hefteya 37emîn de li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beriya maç dest pê bike li stadê cihê xwe girtin û dirûşmên “Kîne em Kurd in em”, “Kesk Sor Şampiyon Amedspor” berz kirin û sirûda “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin. Ji Zaxo bigire heta Afrîkayê ji bajarên bakurê Kurdistanê bigire heta bajarên Tirkiyeyê bi deh hezaran alîgir hatibûn stadê. Amedspor û Bodrûmspor bi pankarta “Em aşiqî fûtbolê ne li dijî çêra ne” derketin sehayê.
Amedspor ku bi lez dest bi maçê kir gelek pozîsyon dîtin. Lê nekarî golê biavêje. Di deqîqeya 5an de lîstikvanê Bodrûmsporû Alî Aytemûr faûl kir û hakemê maçê qertê sor nîşanda û ji lîstikê derxist. Alîgiran di maçê de bêrawestan dirûşm berz kirin. Dema di maçê de deqîqe bû 21 alîgiran ronahiya telefonên xwe vêxistin û strana “Dîren Ha Diyarbekîr Dîren” gotin.
Di maçê de her du tîman jî pozîsyonên golê dîtin lê nekarîn biavêjin û beşa maçê ya ewil 0 û 0 bi dawî bû.
Bi destpêkirina maçê ya beşa duyemîn Amedsporê jî û Bodrûmsporê jî pozîsyonên girîng dîtin. Dû re di deqîqeya 64an de bi asîsta Dîa Saba Danîel Moreno gol avêt û Amedspor 1 û 0 ket pêşiya Bodrûmsporê. Alîgiran bê rawestan piştgiriya tîma xwe kirin û dirûşmên “Jin jiyan azadî”, “Em ê bi berxwedanê serbikevin”, “Şampiyon Amed” berz kirin.
Dû re Amedsporê çend pozîsyonên bi bandor dîtin lê nekarî goleke din biavêje. 90 deqîqe bi skora 1 û 0 bi dawî bû û hakeman 5 deqîqe li maçê zêde kirin. Ber bi dawîbûnê ve lîstikvanê Bodrûmsporê Îsmaîl Tarim di deqîqeya 94an de gol avêt û skor bû 1 û 1. Maç bi vê skorê bi dawî bû.
Sariyersporê, Erokspora ku hevrika Amedsporê ye û di rêza duyemîn de bû 1 û 0 têk çû. Ji ber vê yekê Amedsporê di rêya çûyîna Lîga Super de avantajeke mezin winda kir.
Amedspor dê di 2yê Gulanê de li sehaya Îdirsporê bi Îdirsporê re bilîze. Erokspor jî dê li sehaya xwe bi Pendîksporê re bilîze.














