Alîgirên Amedsporê yên Stenbolê maça Amedsporê bi kelecan temaşe dikin.
Amedspor di hefteya dawî ya Lîga 1emîn a Trendyolê ya TFFê de îro bi Igdirsporê re dilîze. Maça ku li Îdirê di stadyûma Igdirsporê de tê lîstin, bi kelecaneke mezin dest pê kir. Alîgirên Amedsporê li cafeyeke Taksîmê ya Stenbolê bi coş maçê temaşe dikin. Golên Amedê bi coş hatin pêşwazîkirin. Alîgirên Amedsporê li benda şampiyoniyê ne.














