• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

    Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

    Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mûxalifên Îranî ji bo Rojhilatê Kurdistanê ‘Statûya Otonom’ pêşniyar kirin HATE NÛKIRIN

Navenda Nûçeyan / AW

28 SIBAT 2026 - 16:45
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Di demekê ku êrîşên Îsraîl û Amerîkayê li ser Îranê dest pê kirin, Encumena Neteweyî ya Berxwedana Îranê (NCRI) projeyeke nû ya 10 xalî ji bo siberoja Îranê ragihand. Di navenda vê projeyê de, ji bo Kurdan daxwaza statuyeke taybet tê kirin.

Seroka hilbijartî ya NCRIyê, Meryem Recevî, bang li gelên Îranê kir ku ji bo sîstemeke demokratîk û laîk li ber xwe bidin. Recevî destnîşan kir ku di Îrana nû de, divê dawî li zilm û zora li ser gelên bindest, bê anîn.

Ji bo Rojhilat Otonomî

Di plana ku ji aliyê baskê hukûmeta demkî ya NCRIyê ve hatiye parvekirin de, xala herî girîng a ku Kurdan eleqedar dike xala 7emîn e. Li gorî vê planê, NCRI soz dide ku ji bo Kurdistana Îranê planeke taybet a otonomiyê bixe meriyetê. Tê diyarkirin ku divê dawî li neheqiya li dijî hemû neteweyên li Îranê bê anîn.

Hilweşandina sîstema meleyan û avakirina komara laîk

Herwiha sîstema serdestiya olî bi temamî tê redkirin û li şûna wê komareke li ser bingeha pirdengiyê tê pêşniyazkirin. Azadiya raman, çapemenî, partiyên siyasî û înternetê wekî şertê sereke tê dîtin. Divê saziyên mîna Pasdaran Hêza Quds û Besîc demildest bên belavkirin. Di Îrana nû de dê ol û karên dewletê ji hev bên veqetandin û azadiya baweriyê dê bibe garantiya qanûnî.

Wekheviya jin û mêr

Di planê de cihêrengiyeke mezin didin mafên jinan. Di xala 5emîn de tê gotin ku dê di her qada jiyanê de wekheviya jin û mêr an hebe. Jin dê di serkêşiya siyasî de wekhev bin û qanûnên bi navê îffet û lixwekirina bi zorê dê bên rakirin.

Her wiha, mûxalîf soz didin ku, cezayê darvekirinê dê bê rakirin. Îşkence dê bi temamî bê qedexekirin. Dadgehên Şoreşê dê bên girtin û sîstemeke dadwerî ya serbixwe li gorî pîwerên navneteweyî bê avakirin.

Îraneke bê çekên nukleerî

Di dawiya planê de NCRI balê dikişîne ser pêwendiyên navneteweyî. Mûxalîf dixwazin Îranekê ava bikin ku ji çekên nukleerî û çekên kîmyewî paqijkirî be. Armanc ew e ku Îran bi civaka navneteweyî re di nava aştiyê de be û çavkaniyên welat ji bo aboriyeke azad û parastina jîngehê bên bikaranîn.

Etîket: DYAEncûmena Neteweyî ya Berxwedana ÎranêHikûmeta Demkî ya ÎranêÎranÎsraîlRojhilatê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

17 HEZÎRAN 2026
Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

Peymana çarçoveyî ya navbera DYA û Îranê li ser elektronîkê hat îmzekirin

15 HEZÎRAN 2026
Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

Şandeya Qatarê ji bo îmzekirina peymanê li Tehranê ye

14 HEZÎRAN 2026
Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

14 HEZÎRAN 2026
Başûrê Libnanê ber bi Beyrûdê ve koç dike

Başûrê Libnanê ber bi Beyrûdê ve koç dike

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Tirkiyeke demokratîk tenê bi demokrasiyeke xwecihî dikare were avakirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi guhertin û derxistina qanûnan daristan ji talanê re têne vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Parêzer Arslan: Rêzdar Ocalan ji bo aştiyê ji dil e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li navenda lênêrînê îşkence, tecawiz û hovîtî!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (542)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne