• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

    Li Colemêrgê serdana goristanan

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê mûxalefet ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê têkoşîneke hevpar bimeşîne’

Navenda Nûçeyan / AW

16 ÇILE 2025 - 12:07
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ku xebatên xwe bi dawî kir, wiha got: “Divê muxalefeta siyasî û civakî bi giştî ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê, ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên birêz Ocalan têkoşîneke hevpar bimeşînin.”

Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê têkildarî xebatên xwe yên ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hewldanê, bi bîr xist ku wan di 5ê Îlona 2024an li Amedê bi daxuyaniyekê dest bi xebatên xwe kiribûn û ev tişt got: “Armanca Hewldana Edaletê ew bû ku rewşa birêz Abdullah Ocalan û birêz Hamîlî Yildirim, birêz Omer Hayrî Konar û birêz Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê tên ragirtin û zêdetirî 43 meh in di rewşa agahînegirtina mutleq de tên ragirtin, bikin rojev û tecrîdê bi dawî bike. Di vê çarçoveyê de xebatên xwe yên demkî meşandin. Hewldana Edaletê, ji hêla komeke parastvanên mafan û aktîvîstan ve bi înîsiyatîfên şexsî hate avakirin. Hewldana Edaletê, di xebatên xwe de rapora Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya têkildarî Girtîgeha Girava Îmraliyê de bi kar anî. Wergera raporê ya bi zimanê ingilîzî jî hatiye kirin.

Hewldana Edaletê, xebatên xwe li Enqere, Amed û Stenbolê kirin. Li Enqereyê bi mîsyona dîplomatîk re hevdîtin kir, bi partiyên siyasî û kesên di pêvajoya çareseriyê yên berê de peywireke girîng li xwe girtibûn re hevdîtin kir û cara ewil tecrîda ku ewqas dirêj (43 meh) berdewam kir bi her alî ve vegot. Hewldana Edaletê li Amedê bi taybet jî bi rêxistinên civaka sivîl re hevdîtin kir û got ku bi qasî binpêkirineke mafên mirovan a giran, aliyê ziyana dide aştiya civakî jî vegot. Hewldana Aştiyê di hevdîtinên xwe yên li Stenbolê de jî ji bo raya giştî ji mijara tecrîdê bêhtir bê haydarkirin, hewl da.”

‘Muxatabê herî girîng birêz Ocalan e’

Bi domdarî hate gotin ku Hewldana Edaletê ji bo bidawîkirina rewşa agahînegirtina mutleq, ji bo rakirina tecrîdê hevdîtin kirine û wiha hate gotin: “Di hevdîtinan de hate gotin ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd muxatabê herî girîng birêz Ocalan e, Ocalan sermuzkarevan e û girîng e divê tecrîd were rakirin.”

Hewldanê Edaletê, destnîşan kir ku hem Tifaqa Cumhur hem jî partiyên muxalefetê tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê qebûl kirine, hevdîtin li Îmraliyê hatine kirin û bi vê yekê re qismekî xebatên wan gihiştine armanca xwe lewma Hewldana Edaletê xebatên xwe bi dawî dike. Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Tecrîda li Girava Îmraliyê didome û hem desthilatê hem jî muxalefetê fêm kir ku di çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd de muxatabê esasî birêz Ocalan e û birêz Ocalan sermuzakerevan e. Tişta ku divê niha were kirin ew e ku muxalefeta siyasî û civakî bi giştî ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê, ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiyê yên birêz Ocalan têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em xebata xwe bi dawî dikin lê em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên mirovan, aştî û edaletê bibiryar bidomînin.”

Etîket: Abdullah OcalanGirava ÎmraliyêHewldana Edaletê ya Li Dijî Tecrîdê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

28 GULAN 2026
Ji parêzerên jin ên Kolombiyayî ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê

Ji parêzerên jin ên Kolombiyayî ji bo Abdullah Ocalan banga azadiyê

27 GULAN 2026
Serhat Çakmak: Heke gavên hiqûqî nayên avêtin metirsiya sabotajê heye

Serhat Çakmak: Heke gavên hiqûqî nayên avêtin metirsiya sabotajê heye

27 GULAN 2026
Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

26 GULAN 2026
‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

‘Divê azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan demildest pêk bê’

26 GULAN 2026
Heyeta DEM Partiyê ev 53 roj in bi Abdullah Ocalan re hevdîtin nekiriye

Abdullah Ocalan: Çarçoveya qanûnî dikare bingeha pêvajoyê ava bike

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serdana gora Vedat Aydin hat kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mazlûm Heften: Kurd êdî li ser dikê ne, kî vê heqîqetê bibîne wê bi ser bikeve

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê mafên hevdîtin û telefonê yên Werîşe Muradî xesp kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (710)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne