* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di banga xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk ya 27ê Sibata 2025an de tişta herî bi girîngî li ser disekine entegrasyona Kurdan e. Di vê teza ku paşî bêhtir bi peş xist Ocalan, tekez dike ku pêkanîna “qanûnên azadiyê” ji bo vê yekê pêwîst e. Ocalan, bi ronîkirina gelek aliyên girîng di çareserkirina pirsgirêka Kurd de, entegrasyon ne di çarçoveyek klasîk de, lê wekî diyardeyek ku dê statuya Kurdan di sedsala 21an de diyar bike pêşkêş dike.
* Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç peyama 27ê Sibata 2026an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rapora komîsyonê nirxand û anî ziman ku hewce ye heq û hiqûq û wekhevî pêk bê, rê û rêbazên demokrasiyê xurt bibin û got: “Divê demokrasî bê kêmasî were bicihanîn.”
* Aktivîstên TJAyê ku li Êlihê çalakiyên 8ê Adarê li dar dixin bang li jinan kirin ku roja 8ê Adarê tev li mitîngê bibin û gotin: “Em dixwazin ew roj jin bi reng, tilîlî û bi dengê xwe beşdarî mitîngê bibin.”
* Rêvebera Komaleya Dema Jinan Derya Aslan diyar kir ku ew ê li dijî tundî, polîtîkayên bişaftinê û kuştina jinan li qadan bin û dengê xwe bilind bikin û 8ê Adarê li qadan daxwaza aştiyê bikin.
* Yek ji perwerdekarên Ma Musicê Ferhat Ertaş ku bi boneya salvegera 9emîn a damezrandina Ma Musicê wiha got: “Ma Muzîk ne tenê kursa muzîkê ye; ew akademiyek, konservatuvarek û navendeke ramanê ye.”
* TJA bi tevlibûna Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê di çarçoveya xebatên 8ê Adarê de li navçeya Bismila Amedê meş li dar bixe û daxuyanî bide. (12:00)
* TJA dê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de bi dirûşmeya “Bi berxwedanê azad dibin, civaka demokratîk dihûnînin” li Qada Neyzen Tevfîka a navçeya Kartala Stenbolê çalakî li dar bixe. (14:00)
* Li Denizliyê bi beşdariya Sekretera Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Dîba Keskîn dê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê de gotûbêjek bê lidarxistin û sifreya fitarê ya piştevaniyê were danîn. (17:00)
* Akademiye Ma Muzîkê dê bi boneya salvegera damezrandina xwe ya 9emîn li Çand Amedê bernameya pîrozbahiyê li dar bixe. (20:00)










