Endamê Komîteya Rêveber a PJAKê Rêbwar Awdanan li ser geşedanên dawî yên li heremê û li cîhanê daxuyanî da. Rêbwar Awdanan diyar kir ku garantiya parastina gel û welat bi yekîtiya civakî û siyasî pêkan e.
Endamê Komîteya Rêveber ya Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Rêbwar Awdanan têkildarî yekîtiya gelê Kurd ya di nava vê rewşa hestyar ya li Rojhilata Navîn de, dîsa hevpeymana di navbera hêzên Kurdî yên li Rojhilatê Kurdistanê ji Rojnewsê re nirxand. Di nirxandinê de balkişand ser yekîtiya netewî ya nava partiyên siyasî ya Kurd û got: “Garantiya parastina gelê Kurd yekîtiya welat e. Eger ku gelê Kurd dixwaze di vê sedsala li pêşiya me de karesatên mîna dîroka berê rû dayîn, pêk neyên; divê berî her tiştî yekîtiya nava xwe ava bike.”
Endamê Komîteya Rêveber ya PJAKê Rêbwar Awdanan bal kişand ser şerê li Rojhilata Navîn û got: “di nava vî şerî de derfet heye Kurd cihê xwe, hebûna xwe û serweriya siyaseta xwe ava bike û bigire garantiyê”
‘Derfetên garantîkirina ewlehiya gel heye’
Rêbwar Awdanan qala yekîtiya nava Kurdan û rola yekîtiyê jî kir û ev nirxandin kir: “Garantiya parastina gelê Kurd yekîtiya welate. Eger ku gelê Kurd dixwaze di vê sedsala li pêşiya me de karesatên mîna dîroka berê rû dayîn, pêk neyên; divê berî her tiştî yekîtiya nava xwe ava bike.” Her wiha da zanîn ku partiyên siyasî neçarin yekdengî baxivin û li gorî berjewendiyên gelê Kurd siyasete bikin.
‘Hebûn û xwebûn bi bêdengiyê nayê parastin’
Endamê Komîteya Rêveber ya PJAKê Rêbwar Awdanan anî ziman ku Komara Îslamî ya Îranê weke xwe namîne û neçare xwe biguherîne. Rêbwer Awdanan diyar kir ku li dijî komkujiyên rejîma Îranê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd bêdeng bimîne, wê sibe rejîmek din bê ser desthilatê û heman kiryaran dubare bike û wiha pêde çû: “Ji bo wê çarenûsa me Kurdan yeke û ji hev ne cuda ne. Eger em vê bikin bingea siyaseta xwe, wê demê em dikarin xwe biparêzin û bibin xwedî stratejiyek.”
‘Peymana yekîtiyê dê Îranê jî biguherîne’
Rêbwar Awdanan destnîşan kir ku peymana hevgirtina partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê li ser vê hişmendiyê pêk hat û wiha pêde çû: “Ev gavekî girînge û destpêkeke. Vê hevgirtina stratejîk ji bo Rojhilatê Kurdistanê hate avakirin. Wê ev tefaq di guherînên li Îranê de cihê Kurdan diyar bike.”
Rêbwar Awdanan diyar kir ku partiyên muxalefetê yên li Îranê bi hişmendiya desthilatdar tevdigerin û got: “Daxuyaniyên wan hene ku bikevin ser desthilatê wê êrişî PJAKê û partiyên Kurdî bikin. Ev biryara me ya yekrêziyê ji bo van hişmendiyên nijadperest bersiva herî raste û dê destkeftiyên gelê Kurd yên li Îranê biparêze.”
Awdanan: Komara Demokratîk ava bikin
Rêbwar Awdanan di dawiyê de wiha got: “Em dixwazin komareke demokratîk li Îranê ava bikin û gelê Kurd di vê komarê de xwedî ciheke xwe yê diyar be. Her wiha partiya ku bixwaze gel ji bo xwe bikar bîne, gel dê wan qebûl nake.” Awdanan gotine xwe wiha bidawî kir: “Eger li Rojhilat demokrasî û rêveberiyên gel nebe siyaseta Kurd û partiyên Kurd li wir bi ser nakevin. Ev dê modela siyasî ya li Îranê jî bi pêş bixe.”













