Wan-Di encama êrîşeke esmanî de ku li ser baregeha Hêzên Parastina Sînor a Îranê ya li navçeya Mêhranê pêk hat, 22 leşker hatin kuştin û 21 leşker jî birîndar bûn.
Di encama êrîşeke esmanî de ku li ser baregeha Hêzên Parastina Sînor a Îranê ya li navçeya Mêhranê (li parêzgeha Îlamê ya Rojhilatê Kurdistanê) pêk hat, 22 leşker hatin kuştin û 21 leşker jî birîndar bûn.
Fermandariya Parêzvanên Sînor a Îlamê ragihand ku di saetên serê sibehê de baregeha tugaya sînor a Mêhranê hatiye hedefgirtin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di nav kuştiyan de 10 fermandar jî hene.












