Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlum Ebdî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bi telefonê axivîn û li ser ewlehî û aramiya herêmê gotûbêj kirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re hevdîtin kir. Li gorî agahiyên ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye Ebdî û Barzanî di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê, pêşketin û aloziyên herêmê gotûbêj kirin e.












