Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bi dirûşma “Bi pêşengtî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” li Amedê komcivînek li dar xist. Platformê destnîşan kir ku yekîtiya jinên Kurd dê yekîtiya neteweyî ava bike.
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bi dirûşma “Bi pêşengtî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê komcivînekê li dar dixe. Parlamenter, hevşarear, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek jin tev li komcivînê bûn. Di eywanê de pankartên “Bi rihê yekîtiyê bi pêşengiya jinê, ber bi kongreya neteweyî ve” û “Niha dema jinê ye! Jin yekîtiya neteweyî re pêşengitiyê dike” hat daliqandin. Komxebat, bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de li ser navê dîwanê Seroka Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata axivî. Saliha Ayatayê bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û wiha got: “Gelo jin dê li dijî polîtîkayên qirêjî yên li dijî jinan çi bikin? Dê toreke têkoşînê ya çawa pêş bixe? Em ê îro li ser vê biaxivin.”
‘Pirsgirêka gelê Kurd a sereke neavakirina yekîtiyê ye’
Pişt re Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyigit axivî. Parlementara DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku pirsgirêka sereke ya gelê Kurd û gelên Kurdistanê neavakirina yekîtiya xwe ye û wiha got: “Ji ber vê yekê ye ku her tim li axa Rojhilata Navîn şer diqewimin. Lê em dixwazin ku piştî van du sed salan, êdî gelê Kurd û gelên Kurdistanê yekitiya xwe ya xurt deyne holê. Çima em dibêjin em vê fikr û ramanê didin holê; heger me yekitiya xwe ava bikira, ew qas bûyer bi serê gelê Kurd nedihatin. Herî dawî dema em berê xwe didin Rojavayê, çardeh salan jiyaneke nû derket holê. Ew jiyan tenê ne ji bo gelê Kurd e; ji bo hemû ol û baweriyan, nasnameyan e. Gotin em dikarin rêyeke sêyemîn bi hev re bimeşînin û ew rêya sêyemîn jî li Rojavayê di çardeh salan de yek bi yek me hemûyan dît, em bûne şahidê wê jiyana nû û rêya sêyemîn. Lê mixabin dîsa êriş birin ser Rojava. Lê belê piştî êrişî Rojava kirin. Gelê Kurd bû yekdeng. Her qadê dengê xwe bilind kirin û gotin: ‘Yek e, yek e, yek e, gelê Kurd yek e!’ Em jî divê berpirsiyariya xwe bibînin.”
‘Birîna Kurdîstanê perçebûna neteweyî ye’
Gulcan Kaçmaz Sayyigit destnîşan kir ku têkoşîna wan bi pêşengtiya jinên Kurd tê kirin û wiha got: “Birîna Kurd û Kurdistanê ya herî mezin, parçebûna neteweyî bû. Lewma dermanê wê birîna sed salan, dused salan jî avakirina yekitiya neteweyî ye. Pêşiya me 8ê Adarê heye. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê şerekî pir taybet li ser bedena jinan tê meşandin, ser hişmendiya jinan tê meşandin. Em ji bo vê jî xebata xwe dimeşînin. Her hevalên me li wir, bi vî awayî çalakiyên xwe xurt dikin, wan xebatan her tim dimeşînin. Her derê em ê dengê xwe jî bilind bikin, em ê bêjin ‘Jin, Jiyan, Azadî’, em ê di pêşengtiya jinan de wan xebatan bimeşînin. Berpirsyariya me ya mezin heye. Ji ber ku em neviyê Celadet Elî Bedirxan, em neviyê Ehmedê Xanî ne. Em rêhevalên Sakine Cansiz in, em rêhevalên Leyla Qasim in, em rêhevalên Mîna Qazî ne, em rêhevalên Hevrîn Xelef in. Divê em li mîrateya xwe xwedî derkevin û xebata xwe xurt bikin.”
‘Divê hemû alî piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê ya li Bakur’
Piştî axaftina Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê nameyên ku ji konferansê re hatin şandin hatin xwendin. 30 jinên Başûr ku nekarîbûn ji ber şert û mercan tev li konferansê bibin ji konferansê re name şandin. Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur Mizgîn İrgatê name xwend û wiha got: “Pêşengiya jin û afretên Kurd; dengê aştî, yekrêzî û ji bo pêşerojeke geş, banga hevgirtinê ye. Di demekê de ku kuştin û wêranî heye, destxweşiyê li ramanên serkeftî û aştiyane dikin. Amadebûyên delal; di demekê de ku herêmên me di qonaxeke hestiyar û dijwar re derbas dibin, erkê niştimanî û mirovî li ser milê me hemûyan girantir bûye. Di vê rewşê de yekrêziya niştimanî ne tenê hilbijartinek e, belkî yekane riya me ye ji bo parastina destkeftiyan. Divê ji bo rawestandina şer û çareserkirina pirsgirêkan, em rola xwe ya niştimanî bilîzin. Di vê çarçoveyê de gavên pêwîst werin avêtin û ji bo xebat û qurbaniyên ramanên aştiyane, hemû hêzên siyasî bi hev re tevbigerin. Em bang li hemû aliyan dikin ku li ser bingeha azadî, rûmet û aştiyeke mayînde hevgirtina xwe xurt bikin. Em dubare dikin ku divê hemû alî piştgiriyê bidin proseya aştiyê ya li bakurê Kurdistanê.”
‘Divê jin bibin pêşengê yekitiya neteweyî’
Pişt re Hevseroka KNKê Zeynep Mûrad ya ku ji konferansê re peyama bidîmen şand wiha got: “ Helwesta yekîtiya neteweyî ya Kurdan, bi pêşengiya jinan, di dîroka Kurdistanê de pêngaveke gelekî girîng û çarenûssaz e. Ev pêngav, zemîna xwe ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweyî ya afrîner digire. Weke tê zanîn, salek berê di 27ê Şibatê de, bi pêşengiya rêzdar Mesûd Barzanî, bangawaziyeke dîrokî ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk, her wiha ji bo pêkanîna yekîtiya siyaseta Kurdan hate kirin. Ev zemîn, bi taybetî di nava bangawaziyê de hate pêkanîn. Di van rojên dawî de, me dît ku çawa partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, di van qonaxên hestiyar de û li gel hemû rojên Kurdistanê, bi taybetî li hemberî êrîşên ku têne kirin, çawa hewldaneke gelekî girîng û dîrokî raber kirin. Jinên Kurd jî di vê qonaxê de, bi vîna xwe ya azad, dikarin bibin stûna herî xurt û pêşeng ji bo xebata yekîtiya neteweyî. Ji ber vê yekê, ez bang li her jineke Kurd û her miroveke xwedî wijdan dikim ku piştgiriya yekîtiya neteweyî bikin.”
‘Têkoşîna me yek e, armanca me hevpar e’
Pişt re endama Platforma Jinên Kurd a Bakur Mûazzez Orhan peyama ku Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Ewropayê ji konferansê re şandî xwend û wiha got: “Em têkoşîna jinan a li Başûr, Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Îro têkoşîna jinên Kurd bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû qadan vediguhere tevgereke piralî. Ev felsefe ne tenê dirûşmeyek e. Ev paradîgma jiyaneke azadîxwaz, wekhev û demokratîk e ku li dijî pergala serdestiya mêran, polîtîkayên înkar û îmhayê û pergala kapîtalîst hatiye avakirin. Têkoşîna siyaseta demokratîk a ku li Bakur berdewam dike, modela civakî ya ku bi pêşengiya jinan li Rojava hatiye avakirin, berxwedana xurt a jinên li Rojhilat, li Başûr jî pêşxistina rêxistinbûyîna jinan û li Ewropayê tora lihevkirina hemûyan; yek bi yek hîmên rêya rizgariya jinan in. Ev yek xebateke dîrokî temsîl dike. Hişmendiya neteweyî bi rizgariya jinan re tîne ba hev. Em bawer dikin ku di vê pêvajoya dîrokî de lidarxistina komcivîna neteweyî ya jinên Kurd, girîngiya qonaxa têkoşînê nîşan dide. Heman îrade û heman meşa azadiyê ne. Her çend erdnîgariyên me ji hev du cuda bin jî, têkoşîna me yek e. Armanca me hevpar e.”
‘Yekîtiya gelê Kurd dê bi destê jinan ava bibe’
Siyasetmedarên Kurd Leyla Guven, Ayşe Gokhan û Zeynep Karamanê jî ji girtigehê peyamek hevpar şandin. Peyam aktîvîsta TJAyê Ayşegul Ayaz xwend û wiha got: “Jinên hêja ku ji bo azadî û yekîtiya netewî li ber xwe didin. Em we bi ruhê ku li dora keziyêke yekîtiya gelê Kurd ava bûye silav dikin. Di xebata we de serkeftinê dixwazim. Îro qeyrana ku li cîhanê û Rojhilata Navîn didome li ser nasnameya gelê Kurd xetereyên mezin jî, derfetên mezin jî ava dike. Di sedsala 21emîn de heyîna me di bin êrîşên topyekun de ye. Pergala moderniteya kapîtalîst aliyekî weke jin aliyekî weke Kurd hewl dide vîna me bişkîne, bi teslîmiyetê ruhê azadiyê bitepisîne. Lê pêşengiya tekoşîna azadiya Kurdistanê jin vê çerxê diafirîne. Di sekn û berxwedana xwe de ronahî li pêşiya yekîtiya neteweya demokratîk û yekîtiya jinan vedike. Em îro ji xwe bawer in. Li çar aliyê Kurdistanê û cîhanê em dizanin bi berxwedana xwe destkeftiyên mezin bi dest bixin. Ji ber vê; di vê konaxa giring de em xebata we gelek giring dibînin. Bi fizîkî nebe jî di dil û ruhê xwe de li gel we cihê xwe digirin. Jinên Kurd li ku derê bin bila bibin; li Rojava, Bakur, Başûr an Rojhilat; li taxan, kolanan an jî zindanan wê rûmeta neteweya xwe biparêze û bi ser bilindî pêşerojê azad bike. Em car din ev xebata we ya hêja pîroz dikin, silavên xwe yên germ dişînin. Yekîtî û azadiya gelê Kurd bi destê jinan ava bibe. Bijî tekoşîna jinên Kurd, Bijî berxwedana zindanan”
Komcivîn ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.

























