• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Alî Koç ê piştî 34 salan hatiye berdan: Azadiya Rêbertiyê erka me ye

    Alî Koç ê piştî 34 salan hatiye berdan: Azadiya Rêbertiyê erka me ye

    Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn bi coş bi dawî bû

    Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn bi coş bi dawî bû

    Rojnamegera Libnanî Emel Xelîl hate kuştin

    Rojnamegera Libnanî Emel Xelîl hate kuştin

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    KCK’yî Qazî Mihemed, Mahir Çayan û embazanê înan yad kerdî

    KCK: Gelê Kurd wê Îsmaîl Agaç tu carî ji bîr neke

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 23yê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Alî Koç ê piştî 34 salan hatiye berdan: Azadiya Rêbertiyê erka me ye

    Alî Koç ê piştî 34 salan hatiye berdan: Azadiya Rêbertiyê erka me ye

    Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn bi coş bi dawî bû

    Tûrnûvaya Voleybolê ya Jinan a 2yemîn bi coş bi dawî bû

    Rojnamegera Libnanî Emel Xelîl hate kuştin

    Rojnamegera Libnanî Emel Xelîl hate kuştin

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    KCK’yî Qazî Mihemed, Mahir Çayan û embazanê înan yad kerdî

    KCK: Gelê Kurd wê Îsmaîl Agaç tu carî ji bîr neke

    ROJEVA 27ê KANÛNA 2025an

    ROJEVA 23yê NÎSANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bêcezahiştina faîlan bi awayekî veşartî cesaretê dide faîlan’

Stenbol / AW

2 ADAR 2026 - 16:03
Kategorî: JIN
A A
Komîsyona Jinan a OHDa Stenbolê têkildarî kuştina 6 jinan daxuyanî da û diyar kir ku polîs bi awayekî bêcidiyetê nêzî jinan dibin û bûyeran wekî “bûyerên di nava malbatê” pênase dikin û hat gotin: “Bêcezahiştina faîlan bi awayekî veşartî cesaretê dide faîlan. Divê dîsa dewlet bibe terefê Peymana Stenbolê û biryarên qanûna 6284an bêkêmasî bicih bîne.”

Di 20ê Sibatê de 6 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin. Li Stenbolê Fîlîz Şagbanul ji aliyê Giyasettîn Şagbangul ve, li Gebzeyê Aylîn Polat Dag ji aliyê Erdal Dag ve, Li Wanê Gonul Alkan ji aliyê Kemalettîn Alkan ve, li Osmaniyeyê Îlknur Kor ji aliyê Semîh Onar ve û li Aksarayê Kubra Kiliç û Zeynep Ayaz ji aliyê Tolga Kuş ve hatin kuştin.

Komîsyona Jinan a OHDa Stenbolê têkildarî kuştina jinan li avahiya xwe ya Beyogluyê daxuyanî da. Endam û rêveberên OHDê û gelek parêzerên jin tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê endama Komîsyona Jinan a OHDê ya Stenbolê Şeyma Aladag ve hat xwendin.

Şeyma Aladag diyar kir ku berî çend rojan li Tirkiyeyê 6 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û got: “Ev kuştin asta qirkirina cînsî aşkere dike. Sepanên desthilatdar ên li qadê aşkereye ku jin dema ji bi gilî û gaziyê serlêdan dikin, polîs bi awayekî bêcidiyetê nêzî jinan dibin û bûyeran wekî ‘bûyerên di nava malbatê” pênase dikin. Jinan dîsa dişînin li malên ku tundî dibînin. Derfetên ku jin xwe ji stirîn kêm in, alîkariyên aborî nayên dayîn û xizmetên psîkolojîk jî tune ye. Ev tevahî pêkanîn jinan bêparastin dihêle. Biryarên ji dûr ketin neyên şopandin. Îhlal nayên dîtin.”

Şeyma Aladag anî ziman ku biryarên tên dayîn li ser kaxezê dimîne û wiha got: “Dozgerî û dadgehên malbatê divê tedbirên parastinê demildest bidin. Li dijî îhamalan sekna peywîrdaran bergiritina kuştina jinan kêmasiyan derdixe holê. Di darizandina faîlan de em bêceza hiştin an jî daxistina cezayan gelek dibînin. Ev jî dadê ji holê radike û bi awayekî veşartî cesaretê dide faîlan. Divê dîsa dewlet bibe tarefê Peymana Stenbolê û biryarên qanûna 6284 bi kêmasî bên bicih anîn.”

Etîket: Komîsyona Jinan a OHDa Stenbolêkuştina jinan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Polîsan keça min neparast’

‘Polîsan keça min neparast’

27 SIBAT 2026
Parêzer Zîlan: Pakêta Darazê ya 11emîn metirsiyê zêdetir dike

Parêzer Zîlan: Pakêta Darazê ya 11emîn metirsiyê zêdetir dike

14 ÇILE 2026
Di ‘sala malbatê’ de 395 jin hatin kuştin!

Di ‘sala malbatê’ de 395 jin hatin kuştin!

6 ÇILE 2026
Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

Komîsyona Jinan a ÎHDa Amedê: Herî kêm 88 jin hatine kuştin

24 MIJDAR 2025
Li dijî kuştina jinan meşiyan

Li dijî kuştina jinan meşiyan

11 TEBAX 2025
Li Cizîrê jinekê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

Di Tîrmehê de herî kêm 28 jin û 3 zarok hatin kuştin

6 TEBAX 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

    Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • 11emîn Festîvala Şanoya Navneteweyî ya Amedê bi resepsiyonê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê hovîtiya polîsan: Bi îşkenceyê poz û diranên ciwanekî şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 23yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mehmet Emîn Ekmen: Bêyî tespît û teyîdê divê qanûn bihata çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dayika Rojwelat Kizmaz: Bila di doza keça min de êdî rastî derkeve holê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (802)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne