Mor Barîkat Ege û Barîkat Ege li dijî gotinên nijadperest ên karsaz Rahmî Koç daxuyaniyek dan û destnîşan kirin ku ew tu gotinên nijadperest, zayendperest û cihêkar ên li hemberî jinên Kurd û gelê Kurd qebûl nakin.
Koma alîgirên Amedsporê Mor Barîkat Ege û Barîkat Ege ji bo bertek nîşandana li dijî gotinên nijadperest ên karsaz Rahmî Koç ku di vekirina nexweşxaneyeke taybet a li Îzmîrê de li dijî jinên Kurd anîbû ziman, daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Jinên Kurd nabin mijarê pêkanokan, dibin lehenga destanan’ hat vekirin û dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ hat berzkirin.
Di metna daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gotinên nijadperest di bin navê mîzah, pêkenok an jî henekan de, normalîzekirina cihêkariyê ye û hat diyarkirin ku ew van gotinan wekî heqareteke li dijî gelê Kurd û jinên Kurd ên ku têkoşîna jiyaneke bi rûmet didin meşandin dibînin û wiha hat gotin: “Nenaskirina çareseriya demokratîk û adil a pirsgirêka Kurd, di her qada jiyana civakî de rê li ber ji nû ve hilberandina van nêzîkatiyên nijadperest û zayendperest vedike. Xwediyên wan serwetên ku li ser keda karkerên Kurd ên xizan, kedkar û gelan hatine komkirin, vê mafî ji ku derê digirin ku gelekî biçûk bixin, herêmekê kêm bibînin û xwe bilindtir bihesibînin? Kîjan hêz, kîjan sermaye, kîjan îmtiyaz dikare êrîşa li ser rûmeta gelekî rewa bike?”
‘Jin hêmana sereke ya jiyanê ne’
Di daxuyaniyê de hat gotin ku jin hêmana sereke ya jiyanê ne û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Amedspor di vê welatî de yek ji wan kluban e ku jin û zarok tê de herî zêde li pêş in û tên dîtin. Yên ku îro gotinên biçûkxistinê li ser jinên Kurd dibêjin, bila pêşî li trîbunên Amedsporê binêrin. Çandeke me ya tribunê heye ku bi dengê jinan mezin dibe û bi şahiya zarokan bi hêz dibe. Yek ji mînakên herî berbiçav ên vê yekê jî rêxistina me ya alîgirên jin Mor Barîkat e. Mor Barîkat bi salan e ji bo deng, ked û hêza birêxistinkirî ya jinan di tribunan de mezin bike têdikoşe. Em hebûna jinan di tribunan de ne wekî îstîsnayekê, wekî destkeftiyekê dibînin. Em ê li dijî her cûre gotinên cihêkar, nijadperest û zayendîperest ên li ser gelê Kurd û jinên Kurd bisekinin.”








