Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî ya Şamê pêşwazî kir.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî şandeya hikûmeta demkî ya Şamê bi serokatiya Ziyad Ayiş û hejmarek berpirsên hikûmeta demkî pêşwazî kir.
Di civînê de Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Fermandarê Asayîşê Mehmûd Elî Xelîl amade bûn. Her du aliyan li ser pêvajoya entegrasyonê, rêbazên pêşxistina aramiyê û hevkariyê li herêmê nîqaş kirin.
Ev civîn di çarçoveya bicihanîna bendên peymana 29ê Çileyê ya navbera HSDê û hikûmeta demkî de pêk tê.













