Endamê Koma Amed Serhad Çarnewa li ser medyaya dijîtalê diyar kir ku Koma Amed dê tev li Newroza Stenbolê bibe.
Newroza îsal bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” herî kêm 53 navendê bê pîrozkirin. Li Stenbolê Newroz dê di 22yê Adarê bê pîrozkirin. Endamê Koma Amed Serhad Çarnewa li ser medyaya dijîtalê diyar kir ku Koma Amed dê tev li Newroza Stenbolê bibe.
Koma Amed di 20e Kanûna 2025an de li Stenbolê konserekê li dar bixista lê ji aliyê Qeymeqamtiya Kuçukçekmeceyê bi hinceta konser “ne guncav e”hatibû qedexekirin.














