Dewleta tirk dîsa êrişî Bendava Tişrînê kir û di encamê de welatiyekî hate qetilkirin û 10 jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Artêşa Dewleta Tirk li Bendava Tişrînê êrişî welatiyên nobetê digirin kir. Îro cara duyemîn e ku welatiyên li bendavê tên hedefkirin. Li gorî agahiyên destpêkê di êrişê de welatiyek hate qetilkirin û 10 jî birîndar bûne.
Artêşa dagirker duh jî li Bendava Tişrînê êrişî gel kir. Di encamê de 3 welatî hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.