Hevseroka DBPê ya Giştî Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir ku banga 27ê Sibatê tenê ji bo Kurdan nîne, ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ye û destnîşan kir divê navê hiqûqê azadî be û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Di pêşengtiya DEM Partî û DBPê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Bi Rêbertiya Azad Ber bi Civaka Demokratîk ve” li Qada Îstasyonê ya Amedê “Mitînga Azadiyê” hat lidarxistin. Ji bilî ji Amedê, ji bajarên derdorê jî bi hezaran kes herikîn qada mitîngê. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li qada mîtîngê ji 3 deriyan re hatin daliqandin. Ciwan û jinên ku bi cilên neteweyî û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” demeke dirêj li nuqteyên kontrolê li bendê bûn, paşê bi çepik, tîlîlî û dirûşmeyan ketin qadê. Ciwanên ku panqarta “Bi ruhê heval Mazlum ji bo azadiya Rêbertiyê em li vir in”, “Ya Rêber Apo dê bê Amedê, ya Rêber Apo dê bê Amedê”, “Heqîqet evîn e evîn jiyana azad e”, “Rêya ku diçe Rojê de tekoşîna mezin”, hatin vekirin. Piştî ketina qadê bênavber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û welatiyan li ser stranên Kurdî govend gerandin.
Mitingê bi rêzgirtinê dest pê kir. Destpêkê li ser navê komîteya amadekar Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn û Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Elyakût axivîn.
Abbas Şahîn kesên ku beşdarî mitîngê bûn silav kir û got: “Em îro ji bo wvna ku tune tê hesibandin li vir in. Ev vîn vîna kesên ku jiyaneke hevpar dixwaze ye. Ji bo vê yekê jî em hemû kesî vedixwînin azadiya fizîkî ya Rêber Apo biqîrin û ji bo vivaka cemokratîk rola xwe bilîzin.”
Rûçem Vefa Elyakût diyar kir ku îro ji bo azadiya Abdullah Ocalan û gelê Kurd li vir civiyan û wiha got: “Em ji vê qadê heta Girava Îmraliyê silavên xwe yên germ dişînin. Em bi Rêberê Azad jiyaneke azad dixwazin.”
Peşkeşvan Berfîn Emektar peyama ku Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan ji bo vefata hunermend Kadîr Înanir şand xwend.
Piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî û diyar kir ku di tekoşîna gelê Kurd ê ku bi hezar sal in ked, têkoşîn û berdêlên giran ava bûye û wiha axivî “Gelê Kurd bi dehan salan e ku vî welatî neçarî demokrasiyê dike. Ji bo ku bibe avakarê aştiyê li vî welatî qadan amade dike. Bi salan e li vî welatî ji bo azadiya gelan, kedkaran û jinan hewl dide. Em dixwazin ku ev têkoşîna ku bi salan e berdewam dike, bi gelên Tirkiyeyê re bigihîje hev. Em dixwazin ku gotina Dayikên Aştiyê yên ku rûyê zarokên xwe nabînin li erdê nemîne. Mîna Dayika Aştiyê Behiye Sevîm. Em wê bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em soz didin Bayram Balci yê ku têkoşîna birûmet a gelê Kurd bi salan tevî û zextan kevneşopiya çapemeniya azad meşand, di sirgûnê de jiyana xwe ji dest da û ji welatê xwe dûr ket. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Em ê bi hev re aştiyê ava bikin.”
‘Di banga 27ê Sibatê de çi heye?’
Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 27ê Sibatê de kiribû û got: “Di banga 27ê Sibatê de tenê Kurd nîn in, gelên Tirkiyeyê hene. Di banga 27ê Sibatê de jiyana hevpar a vî welatî heye, paşeroja hevpar a vî welatî û hebûna her kesî ya bi nasnameya xwe heye. Di banga 27ê Sibatê de, li şûna înkara ku dihat xwestin bi Kurd-dijminatiyê were avakirin lê bi ser neket, banga avakirina yekîtiya demokratîk a bi hev re heye. Di banga 27ê Sibatê de, banga veguherîna dewletê ya bi esasgirtina demokrasiyê heye. Ev bang, banga Tirkiyeya mezin e. Ev bang di heman demê de banga têkoşînê ye. Ev bang; banga avakirina paşeroja hevpar a bi hev re ye, avakirina pergaleke ku zarok tê de neyên kuştin, lê bi azadiya xwe bijîne. Ev banga avakirina têkoşîna hevpar a li dijî hemû neheqiyan e. Ev bang ji bo azadiya ewladên gelê Kurd ên ku ji ber di hiqûqa vî welatî de tune ye zêdetirî 30 salan e di girtîgehê de tên girtin, ji bo hemû siyasetmedarên me yên dîlgirtî, ji bo ku paşeroj bi ciwan û jinan re bihêztir bibe, bangek e. Çima ev bang deng nade? Çima ev bang bi gelan re nagihîje hev? Desthilatdarî çima destûrê nade vê yekê? Hewcedarî bi hevparbûnê heye, ne ku rûmet û serbilindiya Kurd û Tirkan a ku bi hezarên salan bi hev re jiyane, bînin pêşberî hev. Ev vîna avakirina paşeroja hevpar e.”
‘Divê navê hiqûqê azadî be’
Çigdem Kiliçgun Uçar, derbarê rêziknameyên qanûnî yên ku tên hêvîkirin werin kirin de axivî û axaftina xwe wiha domand: “Çarçoveyeke qanûnî heye. Nîqaş berdewam dikin, lê gava em televîzyonan vedikin, Serokkomar û Serokê Meclîsê dibêjin, ‘Bila çarçoveya qanûnî di demek zû de were meclîsê.’ Em ji Amedê dipirsin kî/kê wê bîne meclîsê? Mixatabê aştiyê, yê ku li ser wê masê rûniştiye kî ye? Divê navê Birêz Ocalan ê li ser maseya muzakereyê were diyarkirin. Divê dewlet biryarê bide ka hiqûqa Birêz Ocalan ê ku di çavê gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn de sêwiranerê sereke û pêşengê sereke ye, çi ye. Divê navê vê hiqûqê azadî be. Astengiya li pêşiya vê çi ye? Di çavê dewlet û desthilatdariyê de, danîna çekan çareseriya pirsgirêka Kurd e. Ne wisa ye. Birêz Ocalan dibêje, ‘Piştî ku çek hatin danîn, divê êdî zemineke hiqûqî derkeve holê ku tu kes careke din serî li çekan nede.’ Kurd ji ber ku di qanûnên vî welatî de cih nagirin tên girtin, di siyaseta demokratîk de tên cezakirin, 30 salan di girtîgehê de dimînin, qeyûm dişînin şaredariyan û mafê wan ê herî jiyanî, mafê ziman tê cezakirin. Em ne avakarên cezakirinê ne, em serdemekê ava dikin ku di sedsala nû ya Tirkiyeyê de gelê Tirk û Kurd bibin misogeriya hevdu. Ev fersendeke dîrokî ye ku hatiye ber lingê dewletê. Bêyî ku dereng bixin divê rêziknameya qanûnî bê derxistin.”
















