Şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de her ku diçe berfireh dibe. Li gorî agahiyan, Rejîma Îranê bi rêya diron û moşekan êrişî kampek Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê ya li Herêma Kurdistanê ya Federe kir.
Li gorî agahiyên nûçeya Rojnewsê Rejîma Îranê bi rêya 2 diron û moşekan êrişî kampa li navçeya Koye ya Hewlêrê kir. Rejîma Îranê duh jî êrişî kamp û baregehên partiyên Kurd yên li başurê Kurdistanê kir. Her wiha rejîma Îranê bi moşek û dironan êrişê gelek şûnwarên Herema Kurdistanê jî kir. Wisa dixuye ku dê ev êriş bidomin.
Li gorî agahiyan ji ber van êrişan kesek birîndar bûye û derbarê zirara madî de tu aghî nehatin bidestxistin.







