Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê di navbera 12-16ê Gulanê de li Amedê “Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar bixe. Hevşaredar Dogan Hatûn banga tevlîbûnê kir û wiha got: “Werin tevlî me bibin da ku em dengê xwe bi hev re bilind bikin û ji pirsgirêkan re bi hev re çareseriyan bibînin.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê bi piştgiriya torên piştgiriyê yên herêmî û navneteweyî, di navbera 12-16ê Gulanê de li Amedê “Forûma Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar bixe. Forum, armanc dike ku beşên cuda yên civakê bîne cem hev û nexşerêyeke hevpar ava bike. Tê plankirin ku ji bajêr, herêmê û qada navneteweyî; derdorên akademîk, saziyên civakî yên sivîl, kom û saziyên aktîvîst û hunermend beşdarî forumê bibin. Di çarçoveya forûmê de dê were nîqaşkirin ku azadî û aştiya civakî ji malan heta taxan, ji rêveberiyên herêmî heta civaka sivîl, di hemû qadên jiyanê de çawa dikare were avakirin.
Di çarçoveya forûmê de; perwerde û lêkolîn, mafên zarokan, xebatên ciwan û jinan, zayendiya civakî, piştgiriya psîkososyal, hiqûq, edalet û mafên mirovan, koça bi darê zorê, windakiriyên bi darê zorê, ziman û wêje, çand-huner û medya, xebatên dîrok û bîrê, ekolojî û çandinî, ked û aborî, tenduristî, werzîş û mijarên ol û baweriyê dê di bin gelek sernavan de rûniştin û atolye werin lidarxistin. Di forûmê de ne tenê pirsgirêk dê werin nîqaşkirin, di heman demê de ji bo rêveberiyên herêmî û civaka sivîl avakirina nexşerêyeke şênber ji bo plansaziyên pêşerojê armanc dike. Forûm, nasnameya pirçandî wekî çavkaniyekê ji bo avakirina azadî û aştiya civakî dibîne. Di vê çarçoveyê de forûm armanc dike ku têgehên azadî û aştiyê bi tecrubeyên xwecihî, herêmî û gerdûnî pênase bike; beşdariya çalak a ciwanan, jinan, zarokan û komên ku hatine kêmkirin, dûrxistin, dengê wan hatî tepisandin û hatine bêparkirin di pêvajoyên aştiyê de derxe pêş. Her wiha bi riya xebatên hunerî, çandî, bîranînî û piştgiriya derûnî-civakî, rê û rêbazên başbûna civakî diyar bike û van xebatan veguherîne projeyên domdar ên ku dê beşdarî avakirina aştiyê bibin.
Forûm dê 5 rojan berdewam bike û siyasetmedar Veysî Aktaş, Hevserokên DEM Partiyê yên Giştî Tulay Hamîtogûllari û Tûncer Bakirhan, parlamentere DEM Partiyê Cengîz Çandar jî di nav de dê gelek aktîvîstên mafên mirovan, rewşenbîr, siyasetmedar, akademisyen, hunermend, xwendekar, rojnameger beşdarî forûmê bibin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn der barê armanc û hûrguliyên “Foruma Aştî û Civaka Demokratik” ji ajansa me re axivî.
Ji 12 welatan beşdarî û 52 Atolye
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatun destnîşan kir ku ew ê di navbera 12-16ê Gulanê de bi beşdariya 12 welatan û bi pêkanîna dehan atolyeyan “Foruma Aştî û Civaka Demokratîk” li dar bixin. Dogan Hatûn da zanîn ku bi taybetî ji wan welatên ku berê bi tecrubeyên xwe yên çareseriyê, pirsgirêkên bi vî rengî jiyane ji qada navneteweyî gelek kes dê beşdarî forûmê bibin û wiha got: “Ji bo atolyeyan 72 serlêdan hatin kirin û me ji van 52 serlêdanan erê kirin. Di forûmê de ji zarokan bigire heta jinan, ji ciwanan bigire heta ziman û ekolojiyê dê li ser gelek beşan xebat werin meşandin. Nêzîkî ji sedî 30yê beşdaran ji qada navneteweyî ne. Gelek hunermend, siyasetmedar, rojnamegerên navdar, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl dê werin û nêrînên xwe bi civakê re parve bikin.”
Bernameyên 15ê Gulanê bi taybetî ji bo zimanê Kurdî hatine amadekirin
Di bernameya forûmê de rojeke taybet ji bo ziman hatiye veqetandin. Dogan Hatûn ragihand ku ew ê di 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de bi taybetî li ser pirsgirêkên ziman, mafên zimanî bisekinin û wiha berdewam kir: “Bi rastî jî 15ê Gulanê rojeke girîng e, hem ji bo ziman, hûn dizanin Cejna Zimanê Kurdî ye ew roj. Ji bo vê pirsgirêka çareseriyê ya di nav Tirkiyeyê de, bi dengê Kurdan ew roj rojeke taybet e. Yên ku dîsa li dewletên din, li welatên din ên ku li ser zimanê xwe astengî dîtine, çareserî bi çi awayî kirine? Dîsa atolyeyên me, panelên me yan jî xebatên me li ser ziman in. Ne tenê zimanê Kurdî û Tirkî, yên welatên din jî bi kîjan astengiyan re rû bi rû mane û bi kîjan çareseriyan gihiştine encamê? Bernameya di 15ê mehê de, bi piranî dê tenê li ser ziman be.”
‘Ev forûm dê bibe destpêkek’
Hevşaredar Dogan Hatûn anî ziman ku xebatên wan dê bi van pênc rojan ve bisînor nemînin û piştî forumê jî dê encamnameyek bê eşkerekirin. Dogan Hatûn diyar kir ku nêzîkî salek e koordînasyoneke ji 20 kesan pêk tê ji bo vê forumê dixebite û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev forûm; li ser paşeroja pirsgirêka ku zêdetirî pêncî sal in li Tirkiyeyê tê jiyîn, li ser meseleya Kurd û Kurdistanê û avakirina civakeke demokratîk e. Encamên ku derkevin, em ê wan bi siyasetmedar, saziyên sivîl û rêveberiyên herêmî re di nava civakê de bi rêxistin bikin. Em bang li her kesî dikin; yên ku pêşniyar û ramanên wan hene bila werin tev li me bibin da ku em dengê xwe bi hev re bilind bikin û ji pirsgirêkê re bi hev re çareseriyê bibînin.”







