Li Navçeya Elbakê ya Wanê, sê welatiyan bi boneya polîsên sivîl hişyar kirine, hatin binçavkirin û bi awayek hovane hatin îşkencekirin. Poz û diranên ciwanek binçavkirî bi îşkenceyê hatin şikandin.
Li navçeya Elbakê ya Wanê sê birayên bi navê Fatîh, Îsmaîl û Diyar Deger ji ber ku ne li gorî rêzikên trafîkê tevgeriyane, polîsên sivîl ew hişyar kirin. Li ser hişyariyê polîsan bi awayek derqanûnî her sê bira binçav kirin. Polîsên her sê ciwanan bi lêdanê kirin binçavan, piştre birin Midûriyeta Polîsan a Navçeyê.
Îşkenceyê li Midûriyeta Polîsan dom kir
Li midûriyetê jî îşkenceyan polîsan berdewam kir. Polîsan îşkence li her sê birayan kir û poz û diranên yekî şikandin. Sê birayên ku piştî demekê hatin berdan, ji aliyê malbatên xwe ve ji bo rapora lêdanê (darbê) rakirin nexweşxaneya navçeyê. Li ser raporên tenduristiyê yên asta îşkenceyê nîşan didin, malbata Deger rahigandin ku dê derbarê wan polîsan de giliyê bikin.



















