• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
22 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Daxwazên her sê girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hate qebûlkirin

    Daxwazên her sê girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hate qebûlkirin

    Ji çalakvanên Berxwedana Hîlwan-Sêwregê Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

    Ji çalakvanên Berxwedana Hîlwan-Sêwregê Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

    Ji Heyva Sor a Kurd perwerdehiya karesatan

    Ji Heyva Sor a Kurd perwerdehiya karesatan

    Şaredarê Ataşehîrê jî di nav de 19 kes hatin girtin

    Şaredarê Ataşehîrê jî di nav de 19 kes hatin girtin

    Dogan Hatûn: Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkan çareser bikin

    Dogan Hatûn: Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkan çareser bikin

    Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

    Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Daxwazên her sê girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hate qebûlkirin

    Daxwazên her sê girtiyên di greva birçîbûnê de bûn hate qebûlkirin

    Ji çalakvanên Berxwedana Hîlwan-Sêwregê Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

    Ji çalakvanên Berxwedana Hîlwan-Sêwregê Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

    Ji Heyva Sor a Kurd perwerdehiya karesatan

    Ji Heyva Sor a Kurd perwerdehiya karesatan

    Şaredarê Ataşehîrê jî di nav de 19 kes hatin girtin

    Şaredarê Ataşehîrê jî di nav de 19 kes hatin girtin

    Dogan Hatûn: Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkan çareser bikin

    Dogan Hatûn: Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkan çareser bikin

    Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

    Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

Mahmût Altintaş / AW

22 NÎSAN 2026 - 09:32
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye, divê qanûn bên çêkirin û got: “Di hevdîtina dawî ya bi birêz Ocalan de hatibû gotin ku di meha Nîsanê de taslaxeke bê derxistin. Birêz Ocalan jî li ser çênekirina qanûnan şaş mabû û gotibû divê qanûn zûtir bên çêkirin.”

Komîsyona di çarçoveya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclîsê hatibû avakirin piştî derxistina rapora hevpar di 18ê Sibatê de xebatên xwe bi dawî kir. Ji roja xebatên komîsyonê bi dawî bûne û vir rojeva sereke ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêkirina qanûnan e. Tevî ji ser bi dawîbûna xebatên komîsyonê re zêdetirî 2 meh derbas bûne jî ji bo çêkirina qanûnan hê jî plansaziyeke diyarkirî li holê tune ye. Desthilata AKPê piştî bi dawîbûna xebatên komîsyonê diyar kiribû ku piştî Cejna Remazanê dê dest bi çêkirina qanûnan bê kirin. Herî dawî jî ji raya giştî re hat parvekirin ku di meha Nîsanê de taslaxeke qanûnan dê were amadekirin. Lê tevî ku çend roj mane meha Nîsanê bi dawî bibe jî taslax hê nehatiyê rojevê û ji bo çêkirina qanûnan tu agahî ji aliyê desthilatê ve nehatiyê belavkirin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di hevdîtinên xwe yên bi Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê re ji bo aştiyeke mayinde û civakeke demokratîk girîngiya çêkirina qanûnan destnîşan dike û dibêje divê qanûnên hemwelatbûna azad û wekhev bên çêkirin. Raya giştî û siyaseta demokratîk jî ji bo aştiyeke mayinde bang li desthilatê dikin ku qanûnan çêbike û ji bo aştiyeke mayinde pêvajo bi pêş ve biçe.

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari derbarê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, merhaleya ku pêvajo gehiştiyê, çênekrina qanûnan û xebatên DEM Partiyê de pirsên Ajansa Welat bersivand.

* Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hatiye asta çêkirina qanûnan. Lê ji ber ku ji aliyê desthilatê ve ji bo çêkirina qanûnan tu hewldan tune ne di raya giştî de nîqaşên gelo pêvajo xitimiyê hene. Li gor wê çima desthilat ji bo çêkirina qanûnan plansaziyeke nake? Bi rastî jî di pêvajoyê de xitimîn heye an na?

Heke em bêjin pêvajo xitimiyê ew ne rast e. Pêvajo berdewam dike. Lê weke ku em dixwazin jî di pêvajoyê de gav nayên avetin. Zêdetirî sal û nîvê pêvajo destpêkiriyê. Ji bo me hemûyan ew pêvajo firseteke dîrokî ye. Em pir girîngiyê didin pêvajoyê. Weke DEM Partî ji bo pêşvêçûna pêvajoyê çi ji destê me tê em dikin. Weke tê zanîn di meclîse de komîsyonek jî hatibû ava kirin. Avabûna komîsyonê jî hatibû derengî xistin lê em pir wate didin ava bûna komîsyonê. Her wiha pêvajoya amadekirina rapora hevpar a komîsyonê jî hat derengî xistin. Lê ew yek jî pêkhat. Birêz Abdullah Ocalan sala par di 27ê Sibatê de banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û rêxistina wî jî li gor vê bangê gavên şenber avetin. Di vê pêvajoya em gehiştinê de bendewariya me jî ew ê ku qanûn bên çêkirin û zemîna hiqûqî ya vê pêvajoyê pêk were. Pirsgirêka Kurd mijareke sereke ya vî welatî ye. Ji bo wê jî divê di çerçoveya hiqûqî de bê nirxandin û pêwîstî ji aliyê çêkirina qanûnan ve bi avêtina gavan heye.

Ev qanûn divê çawa bibin me gelek caran anî ziman. Em dibêjin bila çerçove qanûnek bê derxistin. Ev qanûn hem dikarin bêçekirina PKKê leztir bike hem jî wateyeke wê ya siyasî heye; Em vê pirsgirêke di çeroveya qanûnan de dinirxînin ji bo wê jî em vê pêvajoya qanûnî girîng dibînin. Herî dawî li Girava Îmraliyê hevdîtinek pêk hat û di wê hevdîtinê de jî hatibû gotin ku di meha Nîsanê de taslaxeke qanûnî dê derbikeve. Lê tevî ku meha Nîsanê diqede jî taslaxek tune ye. Ji bo wê jî di nav civakê de baweriya bi pêvajoyê qels dibe. Sedema wê jî her tim dereng avêtina gavan û zextên li ser muxalefetê ne. Dereng avêtina gavan ji aliyê desthilatê ve êdî dibe karekterekî vê pêvajoyê û ev yek jî baweriya civakê qels dike. Em dixwazin vê pêvajo bi pêş ve biçe û ji bo wê jî çi ji destê me tê dikin. Ji bo wê em nabêjin pêvajo xitimî ye. Pêvajo berdewam dike. Damarên ku xitimîne jî ji bo bên vekirin em ê di nava hewldanan de bin.

* Weke we jî anî ziman di hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mijara qanûnan jî hatiyê rojeve. Gelo Abdullah Ocalan li ser derengxistina çêkirina qanûnan çi dibêje û vê yekê çawa dinirxînê?

Birêz Ocalan pir wate dide pêvajoya çêkirina qanûnan. Yek jî xalên bingehîn a banga 27ê Sibatê ya birêz Ocalan jî ew bû. Pirsgirêka Kurd bi têkoşîna çekdarî heta roja îro hat û niha şûn vê di çerçoveya pêvajoyê de birêz Abdullah Ocalan vê nirxandinê dike; Kurd li derveyî hiqûqê hatibûn hiştin ew pêvajo divê di zemîna hiqûqê de be çareser kirin. Her wiha heta niha gav neavetin, çênekirina qanûnan jî birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de nirxandiyê. Birêz Ocalan li ser çend xalan sekiniyê. Birêz Abdullah Ocalan li ser heke pêvajoya çêkirina qanûnan derengî bê xistin xetereyên dê derkevin radiweste. Birêz Abdullah Ocalan di vê hevdîtina 5 seat û nîvan berdewam dike de nîvî zêdetir li ser nirxandina Rojhilata Navîn û geşedanên heyî radiweste. Birêz Ocalan li ser êrişên li ser Îranê, geşedanên li Sûriyeyê û herême radiwestê û bandora wê ya li ser Tirkiyeyê dinirxînê. Birêz Abdullah Ocalan dibêje ew pêvajo qonaxake kritik e. Di serdema ku em li Tirkiyeyê qala pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dikin de geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê dema dinerin ji bo Tirkiyeyê qonaxeke krîtîk e. Birêz Ocalan jî di vê qonaxa krîtîk de ji ber hêdîbûna dewletê-dethilatê şaş dimîne û dibêjê divê qanûn zûtir werin çêkirin. Birêz Ocalan herî zêde jî li ser vê yekê disekine; Divê qanûnên ku hemû kesan bigirin nava xwe û piralî be.

Birêz Abdullah Ocalan bi israr vê yekê jî destnîşan dike; Geşedanên li Îranê, rewşa Sûriyeyê ku hê sererast nebûyê ew pêvajo bandoreke erênî li ser Tirkiyeyê jî dike û hem jî dikarê bandor li ser aştiya herême bike. Birêz Abdullah Ocalan di vê çerçoveyê de nirxandinan dike.

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku sermuzakerevanê pêvajoyê ye hê jî şert û mercên wî yên azad pêk nehatine. Gelo heta azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pêk neyê ev pêvajo dikare veguhere aştiyeke mayînde?

Ji bo ev pêvajo bi pêş ve biçe û aştî li vê erdnîgariyê mayînde bibe, gava yekemîn azadiya birêz Abdullah Ocalan e. Rapora Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û biryara Mafê Heviyê ji bo birêz Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî heye. Divê ev yek were rojeva Tirkiyeyê. Tecrîd her çiqas bi awayekî kêm rabûbe jî em nikarin bêjin bi temamî tecrîd rabûye. Birêz Abdullah Ocalan sermuzakerevanê pêvajoyê ye. Dewlet jî vê yekê baş dizane, dost jî dizanin û hemû kes jî dizanin. Ji bo wê jî sermuzakerevan birêz Abdullah Ocalan ku nikare bi hemû derdoran re pêwendî çêbike, ev pirsgirêkeke mezin e. Ji bo birêz Abdullah Ocalan ji bo mayindê bûna pêvajoyê rola xwe baş bilîze divê azadiya wî pêk were. Bi dilgirtina li Îmraliyê di heman demê de ji bo lîstina vî rolî astengiyan derdixînê. Daxwaza me ya serekê jî azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Di vê pêvajoyê de gava lêzgîn ku divê bê avetin jî demildest divê şert û mercên xebata azad a birêz Ocalan demildest pêk were. Ji bo pêşvêbirina pêvajoya daxwaza birêz Ocalan ew ê ku bi gelek derdoran re bikeve tekiliyê. Her wiha daxwaza wî ya bikarê bi hevalên xwe re, derdorên Sosyalîst, hemû partiyên siyasî, rojnameger, nivîskar, rewşenbîr û hiqûqnasan re rêk û pêk hevdîtinê bike jî heye. Birêz Abdullah Ocalan dixwaze ji bo pêşvebirina pêvajoyê bi hemû derdoran re hevdîtin bike û nîqaş bike. Lê mixabin şert û mercên vê hê nehatinê ava kirin.

Hê jî statuya avahiya ku tê gotin ji bo birêz Ocalan hatiye çêkirin, nehatiye diyarkirin. Hê jî ne diyare ew avahî ji bo çi çêkirine dê di wir de çi bibe nehatiye zelalkirin. Ev kêmasiyeke mezin e. Pêşvêçûna pêvajoyê bi şert û mercên azad a sermuzakerevanê vê pêvajoyê birêz Ocalan ve pêkan e.

* Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi Heyeta Îmraliyê re diyar kiribû ku pirsgirêka wan bi komarê re tune ye û pirsgirêk weke komarê ne demokratîk e pênase kiribû û rêya çareseriye jî hemû gel, bawerî û jin bi maf û hebûna xwe tev li komarê bibin û Komara Demokratîk bê avakirin pênase kiribû. Gelo astengiyên siyasî li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê çi ne, ev kêmasî çawa dikarin bên rakirin?

Komara li ser yekperestiyê ava bûye û Kurd û hemû netew û baweriyên Tirkiyeyê tune hatine hesibandin. Kurd li vê erdnîgariyê Kurd bi awayekî hiqûqî nehatin qebûlkirin. Kurd û hemû netewên din hatin tunehesibandin û yek netew hat ferzkirin. Lê di rastiyê de ev erdnîgarî ji aliyê netew û baweriyan ve dewlemend e. Gelek netew û bawerî lê hene. Em bi zimanên xwe yên dayikê diaxivin û dijîn. Lê mixabin zimanên me yên dayikê nebûn zimanên perwerdehiyê. Nifusa Tirkiyeyê ji sisêyan yekê wê Kurd in. Lê Kurd nikarin bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. Heta dûh ji ber guhdarîkirina muzîka Kurdî welatî rastî lêdanê dihatin. Stranên Kurdî dihatin qedexekirin. Her wiha gelek bawerî jî ji bo vê yekperestiyê tune hatin hesibandin. Elewî û gelek bawerî rastî tunekirinê hatin. Hê jî Elewî rastî komkujî û polîtikayên pişaftinê tên. Polîtîkaya nû ya AKPê ya ji bo Elewiyan weke çand pênase dikin û bi Wezareta Çandê ve girê didin. Lê Elewî ne çand baweriyek e. Cemxane weke cihên îbadetê nayên qebûlkirin. Di dibistanan de hem ji aliyê netew û baweriyan ve yekperestî hat ferzkirin.

Ji bo wê helbet em ne li dijî komarê ne. Lê em li dijî nedemokratîkbûna komare ne. Divê komar demokratîk bibe. Birêz Abdullah Ocalan dema ev pêvajo da destpêkirin got; Di serdema sedsala duyemîn a komarê de ez deriyê demokratîkbûna komarê vedikim. Her wiha birêz Ocalan got werin em bi hev re astengiyên li pêşiya demokratîkbûna komarê rakin û maf û hebûna hemû netew û baweriyan qebûl bikin. Her wiha jin; rastî cihêkarî, tundî û qetilkirinan tên. Dixwazên navê jinan ji holê rakin. Taybet jî îslama siyasal dixwaze maf û hebûna jinan ji holê rake. Li vê erdnîgariyê mînakên weke DAIŞ, El Nusra û Elkaîdê dixwazin jinan tune bikin. Li Tirkiyeyê jî birdoziyên îsalam siyasî dixwazin jinan di malan de dilgirtî bihêlin. Dema em polîtikayên AKPê dinêrin weke ku em ê çawa destkêftiyên jinan ji holê rakin dixebitin. Ji bo wê jî weke ku birêz Abdullah Ocalan jî destnîşan dike jî vebûna pêşiya têkoşîna azadiya jinan e. Em jî di sedsala duyemîn de ji bo demokratîkkirina komarê ji bo avêtina gavên pêwîst û rakirina astengiyên li pêşiya demokratîkbûna komarê têdikoşin. Ji bo wê jî banga Aştî û Civaka Demokratîk xwedîgirîngiyeke dîrokî ye. Di vê serdema ku têkoşîna bêçek tê meşandin de pêşiya rêxistinbûna hêzên demokratîk vedibe û divê em vê pir baş binirxînin. Helbet ji bo avakirina Komara Demokratîk em ji desthilatê dixwazin gavên weke çêkirina qanûnan biavêje lê ji bo vê yekê jî rêxistinbûna jin, ciwan, karker û hemû hêzên demokratîk pêwîst e û bi vî awayî hêza xwe bikin yek û komara demokratîk ava bikin.

* We piştî civîna Desteya Rêveberiya Navendî, civînên Meclîsa Jinan û Endamên Meclîsa Partiyê li dar xistin. Encamên di civînên we de derketine çi ne? Weke DEM Partî ji niha şûn ve hûnê çi xebatan bidin pêşiya xwe?

Di çend rojên pêş me de jî em ê weke Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bicivin û encamên di van civînan de derketine binirxînin. Di civînên me de li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê birêz Abdullah Ocalan ve hatiyed destpêkirin gehiştiye kîjan qonaxê û bandoreke çawa li ser derdorên siyasî dike me nirxand. Di serdemeke ku têkoşîna azadiya Kurdan zemîna demokrasiyê de tê maşandin divê hemû birdozî; sosyalîst, lîberal, muhafazakar û hemû derdor têkoşîna xwe li ber çavan bigirin. Em ber bi qonaxeke wisa ve diçin. Nikarim bêjim em bihîştine vê qonaxê ji bo ku em nizanin rewşa pêvajoyê dê çawa bibe lê em ber bi qonaxeke wisa ve diçin. Me jî ji bo diyarkirina perspektîfa xebatên serdema nû nîqaşên girîng kir. Em ê xeta xwe ya siyasî çawa pêşve bibin li ser vê yekê rawestiyan. Em li li ser damarên demokrasiyê yên Tirkiyeyê ku xitimîne çawa vebikin û li ser vê em ê têkoşîneke çawa rêxistin bikin sekinîn û nirxandin kir. Her wiha ji bo firehkirina têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê ve jî me nirxandin û nîqaş kirin. Encamên derketine jî çareseriya pirsgirêka Kurd e û mayîndekirina aştiyek bi rûmet e. Em di xwazin di her warî de têkoşînê berfireh bikin û Tirkiyeyê ji van alozî û krîzan rizgar bikin. Her wiha em dixwazin têkoşîna jinan jî bi piştgiriya jinên Tirkiye û Kurdistanê were berfirehkirin. Yek jî mijara girîng ciwan in. Bi milyonan ciwanan qadên Newrozê tije kirin. Piraniya wan jî ciwanên Kurd bûn. Ciwanên Kurd îro di gelek karan de dixebitin. Ji bo wê jî hem ji aliyê nasname ve rêxistinkirina ciwanên Kurd û hem jî ji aliyê kedê ve rêxistinkirina ciwanan xwedî girîngiyeke mezin e. Her wiha li ser mafê mirovan û xwezayê, qirkirina xwezayê jî nirxandinên me çêbûn. Qirkirina xwezayê di asteke mezin de didome. Li dijî vê jî divê em perspektîfeke nû xwe bi rêxistin bikin. Bi kurtasî berpirsyariya me ew ê ku damarên demokrasiyê ku xitimînê vêbikin û di civînên me de jî me jî li ser vê yekê em rawestiyan.

* Ji aliyekî ve pêvajo û ji aliyê din vê jî zextên desthilatê li dijî partiyên muxalîf didome. Zextên desthilatê li dijî partiyên muxalîf bandoreke çawa li ser pêvajoyê dike? Li dijî zextên desthilatê û ji bo mezinkirina têkoşîna demokrasiyê bi hêzên sosyalîst û demokratîk re hewcehî bi têkoşînek çawa heye?

Desthilat ji aliyekî vê pêvajoyê didomîne û ji aliyê din vê jî zextê li muxalefetê dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Weke DEM Partiyê me li dijî zextan li ser muxalefetê helwesteke şênber nîşan da. Ji aliyekî ve hûnê bêjin ez pêvajoyeke dimeşînim û ji aliyê din ve jî partiya muxalefetê ku di hilbijartinên xwecihî de bûye partiya yekem zextê bikin û şeredariyan desteser bikin. Ev yek ji aliyê civakê ve jî nayê qebûlkirin. Her wiha li dijî pêkhateya me ESPê jî operasyona çokdanînê pêkhat. Em vê yekê qebûl nakin. Ew yek ne li gor pêvajoyeyê. Her wiha 110 karkerên madenê ku ji bo heqê xwe li ber Wezareta Enerjiyê dest bi greva birçîbûnê kiribûn jî hatin binçavkirin. Me serdana karkeran bikira lê agahî hat gotin hatine binçavkirin. Em van zextên li ser karkeran û muxalefete qebûl nakin. Ji aliyekî vê van zextan bikin û ji aliyê din vê nikarin pêvajoyê bi awayekî baş bi rê ve bibin. 16 ciwanên li Colemergê tev li çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûm bûne bi tevahî 51 sal cezayê hepsê li wan hatiye birîn. Ev nayê qebûlkirin. Em li bende bûn ku sepana qeyûman bi dawî bibe lê dadgeh vê biryarê dide. Ev ceza sabotekirina pêvajoyê ye. Divê demildest dev ji vê yekê berdin. Damarên demokrasiyê xitimîne. Em bi rejîmeke ku her ku diçe otorîter dibe ve rû bi rû ne. Di rojên ku em qalên pêvajoyê dikin de divê damarên demokrasiyê ku xitimîne bê vekirin. Ji bo wê jî ji aliyekî ve em ê daxwaza xwe bînin ziman lê ji aliyê din ve ji bo daxwazên me bi cih bibin divê hemû hêzên demokrasiyê têkoşîneke hevpar bidin.

* Şerê di navbera Amerîka-Îsraîlê û Îranê de piştî agirbestê rawestiya be jî ne diyare rewşa şer dê çawa bibe. Gelo heke şer berdewam bike dikare bandoreke çawa li ser pêvajoyê bike?

Piştî dagirkeriya Xezeyê şer dest pê kir û niha jî li tevahî Rojhilata Navîn berbelav bûye. Êrişên Îsraîl û Amerikayê li ser Îranê bandor li tevahiya cîhanê dike. Girtina Tengava Hurmuzê bandorê li ser aboriya cîhanê kir. Divê ev şer demildest raweste û agirbesta hatiye ragihandin mayînde bibe. Xetere heye ku di vî şerî de çekên nuklerî jî bên bikaranîn. Divê hemû cîhan li dijî vî şerî berpirsyarî bigire ser xwe û li dijî vî şerî derkeve. Ji aliyê din ve jî li Îranê rejîm zext li ser welatiyan dike û darvekirinê berdewam dike. Çareseriya vê rejîmê jî ne mudaxileya emperyalist e. Divê Îran ji bo xwe hincetên êrişên derve biparêze demildest vê rejîma molla xilas bibe. Divê li Îranê mafên hemû gelan pêk were û zextên li ser gel bi dawî bibin. Piştî vî şerî divê êdî Îran di vê rejîmê de israr neke. Lê divê Amerîka û Îsraîl jî herêmê nekin gola xwînê.

Etîket: Abdullah OcalanHevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay HatîmogullariMahmût AltintaşPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkTulay Hatimogullari
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

22 NÎSAN 2026
Remzî Kartal: Divê ev sal bibe sala yekîtî û azadiya gelê Kurd

Remzî Kartal: Divê ev sal bibe sala yekîtî û azadiya gelê Kurd

21 NÎSAN 2026
Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilata Navîn bijî

Rojnameger Ulug: Gelê Kurd êdî naxwaze bêstatu li Rojhilata Navîn bijî

20 NÎSAN 2026
Li Gemlîkê piştî meşê daxuyanî hate dayîn

Jinan ji Gemlîkê bang kir: Dem dema azadiya Abdullah Ocalan e

19 NÎSAN 2026
Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

Ji Îzmîrê ber bi Gemlîkê ve: Daxwaza me azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e

18 NÎSAN 2026
Mahmût Bakrat: Çi tişta ketiye ser milê Serokatî kir divê dewlet gavan biavêje

Mahmût Bakrat: Çi tişta ketiye ser milê Serokatî kir divê dewlet gavan biavêje

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li devera Keferûnê dîmenê biharê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Amedê sibê dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jineke ciwan a Ermen ketiye du şopa malbata xwe: Xebatên bapîrê wê berê wê daye Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Refîk Sunkur ê 31 salan girtî maye, bi awayeke girseyî hat pêşwazîkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hevseroka DFGê: Mîrasa Rojnameya Kurdistanê bi berxwedanek mezin didome 

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Remzî Kartal: Divê ev sal bibe sala yekîtî û azadiya gelê Kurd

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Platformên Ekolojîst ên Îzmîrê: Gimgim JESê naxwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (764)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne