Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bi lêv kir ku êrişên li Îranê re erdnîgariya wan di nav qirîz û kaosê de yê û got: “Yên li dijî pêvajoyê derdikevin, wê baştir fêmkin ku em dixwazin çi bikin. Kesên bi her awayî êrişî banga 27ê Sibatê a avakarê PKKê dikin û meşreba wan ne diyar, wE ew bang fêmkir an na?”
Serokê Giştî yê MHPê di komcivîna partiya xwe ya li Meclise de axivî. Devlet Bahçelî di destpêka axaftina xwe de tekildarî êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê bi lêv kir ku erdnîgariya wan di nav qirîz û kaosê de ye û got ku ew êriş ne meşrû nê û li dijî exlaq in. Devlet Bahçelî destnîşan kir ku di nav qirîzan de girîngiya xurtkirina eniya hundir û yekitiyê baştir hatiyê fêmkirin û got: “Yên li dijî pêvajoya li Tirkiyeyê hatiyê destpêkirin disekinin wê baştir fêm kir em dixwazin çi bikin an na? Bi awayekî qirêj banga me ya ji dil a ji bo xwişk-biratiya Kurd û Tirkan berovajî kirin.”
Devlet Bahçelî bertek nîşanî kesên erişî banga 27ê Sibatê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin da û wiha pê dê çû: “Kesên bi her awayî êrişî vê bangê dikin û meşreba wan ne diyar, di nav vê qirîzê de gelo hûn encameke derdixînin? Qaşo bi netewperest tevdigerin.”













