Kanal 12 a Îsraîlê ragihand ku Îsraîlê civîna Konseya Pisporan ya Îranê ku ji bo hilbijartina rêberê bilind yê nû kom bûbû, hedef girtiye. Rayedarekê Îsraîlî ev agahî piştrast kir.
Êrişên DYA û Îsraîlê yên li ser Îranê berdewam dikin. Medyaya Îsraîlê û rayedarên wê ragihandin ku civîna Konseya Pisporan ya Îranê ku ji bo hilbijartina rêberê bilind yê nû kom bûbû hatiye bombebarankirin.
Kanal 12 ya Îsraîlê ragihand ku hêzên hewayî yên Îsraîlê 88 endamên Konseya Pisporan ya Îranê ku ji bo ji bo hilbijartina rêberê bilind ê nû yê olî yê Îranê civiyabû, bombebaran kir.
Her wiha Fox Newsê ji zarê rayedarekî payebilind yê Îsraîlî ragihand ku Îsraîlê civîna ji bo destnîşankirina rêberê bilind yê nû yê Îranê hedef girtiye.
Îranê hîn jî derbarê bombebaranê de ti daxuyanî nedaye.













