• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
24 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    Erdogan: Em li ser qanûneke çarçoveyê dixebitin

    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin  Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

    DEM Partî ji bo Mitînga Azadiyê li qadan e

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Şerê li Libnanê dijwar bû: Zexta Îsraîlê rageşiya Hizbûllah û Hikûmeta Libnanê zêde dike

Navenda Nûçeyan / AW

4 ADAR 2026 - 11:33
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Bandora şerê Îsraîl û Îranê li ser rageşiya li Libnanê zêde dibe. Êrişên esmanî û amadekariyên ketina bejahî ya Îsraîlê dibe sedema zêdebûna gengaşiya di navbera Hizbûllah û Hikûmeta Libnanê de.

Bi berfirehbûna şerê di navbera Îsraîl, DYA û Îranê de rageşiya li herêmê û bi taybetî pevçûnên li Libnanê jî kûr dibin. Hêzên Îsraîlê êrîşên asmanî li gelek deverên Libnanê pêk anîn û hin yekîneyên leşkerî jî ketin başûrê Libnanê. Ev pêşketina bû sedema zêdebûna rageşiya di navbera pêkhateyên Libnanê de.

Hêzên Îsraîl ketin başûrê Libnanê

Li gorî agahiyan, piştî vekişiyana artêşa Libnanê, hêzên Îsraîlê di bin êrîşên asmanî de dest bi pêşketina bejahî kir û di nav axa başûrê Libnanê de pêş ket. Hêzên IDF ragihandin ku ew li herêmê “pozîsyonên parastinê” saz dikin da ku pêşiya êrîşên Hizbullahê bigirin. Rayedarên leşkerî yên Îsraîl jî diyar kirin ku di çarçoveya van operasyonan de gelek noqteyên Hizbullahê yên li başûrê Libnanê hedef girtine û derbeyên giran li Hizbûllahê xistine.

Hikûmet vekişiya, aşîrên Şiî bêalîtiya xwe aşkera kir

Li ser hişyariya Îsraîlê ya operasyona bejahî artêşa Libnanê nêzî deh kîlometre ji ser sînorê başûrê welat paşve vekişiya. Her wiha du eşîrên herî mezin ên Şiî yên li başûrê Libnanê jî ragihandin ku ligel biryara Hikûmeta Libnanê ne û li dijî şerek nû li herêmê derdikevin. Li ser paşvekişiyana artêşa Libnanê, Hizbûllahê ev yek wekî teslîmiyetê pênase kir û daxuyand ku dê li dijî vê rewşê rawestin. Ji başûrê Libnanê hind fûze ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin.

Hikûmeta Libnanê ji Hizbûllahê xwest çekan radest bike

Li ser helwesta Hizbûllahê, Hikûmeta Libnanê qedexe kir ku ji bilî artêşê tu hêz çek bikar bînin û bang li endamên Hizbûllahê jî kir ku demildest çekên xwe teslîmî artêşê bikin. Bes ev daxwaza Hikûmeta Libnanê jî ji hêla Hizbûllahê ve hate redkirin. Daxuyaniyên du alî bû sedema zêdebûna rageşiya di navbera Hikûmeta Libnanê û Hizbûllahê û pêk hateyên li vî welatî.

‘Divê êriş bêyî biryara Hikûmetê pêk neyên’

Rayedarên Libnanê vekişiyana xwe wekî, ‘veguhastina hêzan’ pênase kir û daxuyandin ku armanca wan ew e ku hêzên leşkerî ji nûve bi cih bikin. Hikûmeta êrişên Hizbûllahe yên li dijî Îsraîlê jî rexne kirin û xwest ku otorîteya Hikûmetê bê naskirin. Serokwezîr Nawaf Salam êrîşên moşekî yên Hizbullahê rexne kir û got ku tu çalakiyeke leşkerî divê bêyî biryara dewletê pêk neyê.

Piştî civîna awarte ya kabîneyê, Hikûmeta Libnanê ragihand ku hemû çalakiyên leşkerî yên Hizbullahê hatine qedexekirin û daxwaz kir ku çekên xwe radestî dewletê bikin. Hizbullahê jî di daxuyaniyekê de ev biryar rexne kir û got ku êrîşên wan ‘bersiva êrişên Îsraîlê ne’ û ji bo parastina axa Libnanê pêk hatine.

Bi dehan kesan jiyana xwe ji dest da

Li gorî raporên rêxistinên navneteweyî heta niha di encama êrîşên dawî de bi dehan kesar li Libnanê jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne. Her wiha gelek avahî hilweşiyane, ziyanên madî û binesaziyê deketine holê.

Etîket: êrîşHikûmeta LibnanêHîzbullahÎsraîlLibnan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

Ji mamosteyên Îzmîrê bertek: Zext nikarin me bitirsînin

22 HEZÎRAN 2026
Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

15 HEZÎRAN 2026
TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

TEV-KOM: Xwendekarên Kurd ne bi tenê ne!

14 HEZÎRAN 2026
Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

Artêşa Îsraîlê Beyrûd bombebaran kir

14 HEZÎRAN 2026
Başûrê Libnanê ber bi Beyrûdê ve koç dike

Başûrê Libnanê ber bi Beyrûdê ve koç dike

14 HEZÎRAN 2026
Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

Îsraîl kontrola li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike: Bi 30 wesayîtan kete Quneytrayê

14 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    DEM Partî ji bo Leyla Cuma Îbrahîmê serî li ÎHÎKê dan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dosye – 3: Yên li derveyî komarê hatine hiştin
    Komara sed salî zimanê hezar salan tune kir: Di komara qedexeker de rewşa Lazan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Di konferansê de ligel ziman gelek mijarên esasî werin niqaşkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 24ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Krîza aborî bandor li Ava Sûsê jî kir!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş: Ez ê daxwaza hevdîtinê ya Kiliçdaroglu red bikim

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Muslum Yucel qala Bayram Balci kir: Divê em xwedî li bîranînên Bayram derkevin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe hatin bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê li ser bingeha Peymana Medîneyê civaka demokratîk ava bikin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (653)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne