Hevdîtina Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk te, ya bi Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî re bi dawî bû.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji parlamentera Wanê Pervîn Buldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsala Faîk Ozgur Erol pêk te, li Wezaretê bi Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî re hevdîtin kirin. Hevdîtin zêdetirî nîv seatê ajot.
Şandê dê di seat 14.00an de jî serdana Wezîrê Dadê Akin Gurlek bike. Piştî serdanê şande dê daxuyanî bide.













