Colemêrg – Girtina Deriyê Sînor yê Bajêrge yê Geverê bandoreke mezin li ser jiyana rojane û aboriya welatiyan ava kir. Welatiyên ji Geverê gotin ku girtina deriyên sînor hem wan ji xizmên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê dûr xistiye hem jî jiyana wan ji aliyê aborî ve zehmettir kiriye.
Amerîka û Îsraîlê di 28ê Sibatê de li dijî Rejîma Îslamî ya Îranê erîşek da destpêkirin û şer di roja 7an de ye. Ev hefteyeke şer her ku diçe gurtir dibe û ji ber vê yekê jî li seranserê Îranê şebeke hatine qutkirin. Herwiha li Başûr Deriyê Sînor ê Haci Omeran û li Bakur jî Deriyê Sînor yê Kapikoyê yê Seravê û Deriyê Sînor yê Bajêrge yê Geverê jî ji aliyê rejîmê ve hatine girtin. Welatiyên Geverê bi rojan e hewl didin ku xwe bigihînin xizmên xwe yên li Rojhilatê û di heman deme de girtina deriyê sînor, welatî ji aliye aboriyê ve şepirze kirine.
‘Divê ev rejîm nemîne’

Welatî Kamîl Bartin Kurdên ku rejîma Îranê darvekiriye bi bîranî û got: “Em naxwazin şer li herêma me çêbe, lê ev şerê ku heyî zaliman heq kiriye. Bi salan e bi hezaran ciwanên Kurd darve kirin. Hêvî dikim ev rejîm nemine. Pirsgirîka me bi gelên Îranê re nîne, em hemû bira ne, bes ev rejîm divê nemîne. Zarokên min jî li Urmiyeyê ne û dibêjin di çend rojan de ew ê vegerin, lê bifikarim ku ka dê karibin werin yan na. Li gorî agahiyan bombebaran zêde ye, lê me bihîst ku zêdetir cihên leşkerî dixin. Di Rojhilata Navîn de şer bi ser Kurdistanê ve tê, lê belê Kurd jî amade ne.”
‘Şer bandor li Kurdan jî dike’

Mugdat Ernas anî ziman ku erişên li Îranê pêk tên Kurdan jî bandor dike û got: “Îran di nava şerekî mezin de ye û niha bi dehan dewletan dixe. Ya em dixwazîn ev e ku şer bandorê li Kurdan neke. Hêviya me ew e ku Kurdistan ava be, vekî din çi pirsgirêka me li gel gelên din nîne. Xizmên me, heskiriyên me hene li wir, em wan meraq dikin, lê ji ber ku dorpêçkirî ne, ew nikarin werin Bakur jî. Em wek Kurd di vî şerî de miletê xwe diparêzin.”
‘Zarok û sivîl tên kuştin, nexwe em xema rejîmê de nînin’

Ferzinde Çevîk jî li ser guherîna rejîmê wiha axivî: “Guhertina Rejîma Îranê ji bo me Kurdan baştir dibe. Vê rejîmê bi hezaran Kurd darve kirine. Xwezî ev guhertin ne bi xwîn rijandinê, lê bi muzakereyan çêbûba. Zarok û sivîl tên kuştin, nexwe em xema rejîmê de nînin.”
‘Ji Îranê fêkî, çay, birinc nayê’

Bazirgan Mehmet Alî Bajer anî ziman ku ew ji bo Kurdên li Rojhilat dilşewat in. Alî Bajer bal kişand ser girtina deriyê sînor û ev tişt gotin: “Derîyê Sînor yê Bajêrge hatiye girtin, ji ber vê yekê em jî nikarin bazirganiya xwe bikin. Vê rewşê jiyana me zihmet kir. Mînak fêkî ji me re dihat, çay dihat, birinc dihat, lê niha tev sekinîne.”
‘Girtina derî xetereyeke mezin e’

Bazirgan Zekî Ercîk bal kişand ser xwişk biratiya miletên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û wiha got: “Kurd û Ecem û Tirkên li wir hemû bira ne. Rejîma Îranê gelek Kurd dane kuştin, lê em hevî dikin piştî vî şerî dê rewş baş bibe. Bi hezaran kes debara xwe bi bazirganiyê dike, lê derî niha girtî ne. Hemû derfetên Geverê bi ser deriyê sînor ve ava dibe. Girtina derî xetereyeke mezin e, kesên ku aboriya xwe bi bazirganiyê dike, piştî şer nikare nan bibe mala xwe. Mînak berê xiyar bo me ji Îranê dihat, me jî dida 60 lîreyan, niha ez li Tirkiyeyê dikirim bi 100 lîrayan. Heman tişt e, lê bihayê wê gelek zêde ye. Ev ferq me dixe zerarê.”
‘Mirovên me bi saetan li ber deriyê sînor dimînin’

Çetîn Kaya ji bihabûna bazarê gazinc kir û got: “Her roj bihayê bazarê giran dibe. Piştî deriyê Bajêrge yê sînor hatiye girtin rewşa milet xerabtir bû. Her wiha em ji şer heznakin, bila zarok neyên kuştin. Ev şer li ser me jî bandor dike, bila ev şer rewaste. Her wiha xizmên me ji ber şer hatine Bakur, gelek mirovên me jî nikarin derbas bibin û bi saetan dimînin li ber deriyê sînor.”















