• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
16 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Ji Baroya Wanê ji bo Kurdî gaveke girîng

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî hate pîrozkirin

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Kadîr Înanir rakirin çavdêriya awarte

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

    Konsera Cejna Zimanê Kurdî: Ne rojeke her roj Kurdî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Divê em berpirsyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin

Amed/ AW

22 NÎSAN 2026 - 16:04
Kategorî: CIWAN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindîr ku li navçeya Çinarê ya Amedê bi ciwanan re civiya wiha got: “Temenê me çi dibe bila bibe divê em hemû di vê pêvajoyê de berpisyariyê bigirin û xwe birêxistin bikin.”

Bi pêşengtiya rêxistina DBPê ya navçeya Xana Axparê li avahiya DEM Partiyê ya Xana Axparê bi ciwanan re civîn hat li dar xistin. Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir, endam û rêveberên DBPa Amedê, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Xana Axparê û gelek ciwan tevlî civînê bûn. Di civînê de pankartên “Ciwanên Azad Rêbertiya Azad” , “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî serbikevin” û “Bimre koletî bijî azadî” hatin daliqandin. Civîn bi deqîqeyekê rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.

Pişt re sînevizyona ku ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jiyana şehîdên şoreşê pêk dihat hat pêşandan. Di sînevîzyonê de dema wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û jiyana şehîdan hat nîşandan ciwanan bi yek dengî dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd Namrin” berz kirin.

‘Divê em ciwan derdora Serokatiya xwe bibin xelek’

Di civînê de li ser navê ciwanan Necat Yilmaz axivî. Necat Yilmaz, diyar kir ku di vê pêvajoya girîng de herî zêde rol dikeve ser milê ciwanan û got: “Li ser ciwanan listikên qirêj tên lîstîn. Civaka ku ciwanê wê bikeve nava qirêjiyê nikare serbikeve. Ji ber vê yekê jî divê em weke ciwanan derdora Serokatiya xwe bibin xelek û ji pêvajoyê re bibin bersiv.”

‘Divê em xwe biçûk nebînin’

Dû re Keskîn Bayindir dest nîşan kir ku dê di rêya şehîdan de bimeşin û got: “Em di pêvajoyeke giring re derbas dibin. Serokatî dibêje hêza me ya civakî û siyasî ji hemû hêzên me mezintir e. Ev berpisyariyeke li ser milê ku em hêza xwe bêtir xurt bikin. Ji ber vê yekê divê em xwe biçûk nebînin. Bi taybetî jî hevalên ciwan. Yên ku ev têkoşîn derxist holê ev hêz bû û ya ku dîsa vî gelî rizgar bike dîsa ev hêz e.”

‘Kesên bi hêz tevlî pêvajoyê dibin jin, dayîk û ciwan in’

Keskîn Bayindir diyar kir ku divê ew bi hêza xwe bawer bibin û wiha domand: “Serokatî ev hêza gelê Kurd a leheng birêxistin kir anî vê astê. Di vê pêvajoyê de em vê lehengî û egidiyê dûr dikevin û berê xwe didin cihên din. Min di vê pêvajoyê de tiştek dît ku yên ku vê pêvajoyê de serê wan zelal û bi hêz tev li dibin jin, ciwan û dayîk in. Ji ber ku dayîk û ciwanan bi ruhekî safî dilê xwe vê pêvajoyê re vekirîne. Di vê pêvajoyê de divê em pirsa ‘gelo em ê vê pêvajoyê çawa serbixin?’ ji xwe bipirsin. Pirsên baş û di cih de dê me bibin rêya rast. Lê pirsên çewt an jî şolî dê me bibin rêya şaş.”

‘Dewlet dixwaze ciwan karê tiryak û fihûşê bikin’

Keskîn Bayindîr da zanîn ku dewlet dixwaze ciwan karê tiryak û fihûşê bikin, tev li xebatan nebin û wiha pê de çû: “Ev biryar biryara me ye. Dewlet û desthilat dixwaze civakê, ciwanan bê hêvî bike. Em ê biryar bidin ku ne tenê em derî vekin divê em di vê tekoşînê de berpisyariyê bigirin. Milletên ciwanên wan tev li tekoşînê nebûne û pêşengtî nekirine tu carî biserneketine. Ji ber vê di dîrokê de qewmên ku serketine zimanê xwe çanda xwe ji bîr nekirine û tekoşîn dewrî nifşên nû kirine.”

‘Her der ji bo me cihê birêxistinkirinê ye’

Keskîn Bayindir bi lêv kir ku dewlet û destjilatdar ji bo civakê qadeke ewle ava nakin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her der ji bo me cihê birêxistinkirinê ye. Divê em her derê bikin komîn û pirsgirêkên xwe bi xwe çareser bikin. Divê ji xwe re bêjin ez ê di vê pêvajoye de çi bikim û çi dikeve li ser milê min û biryar bidin. Me bi tekoşîna xwe ve dewlet û desthilat li erdê xist. Niha dewlet bi Rêber Apo re li ser maseyê ye. Ev têkoşîn bi hêza Serokatî û gelê me dimeşe. Yên ku vê pêvajoyê serbixe û çareseriyê bîne hêza gelê me ye.”

‘Divê em xwe birêxistin bikin’

Keskîn Bayindir da zanîn ku dewlet dixwaze hêviya wan qut bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Lê gelê me hêza xwe mezin dike û dê mezintir jî bike. Serokatî ji me bawer e û divê em jî xwedî li peyamên wî derbikevin. Temenê me çi dibe jî divê em hemû di vê pêvajoyê de berpisyariyê bigrin û xwe birêxistin bikin.”

Civîn piştî pirsan û bersivan bi dawî bû

Etîket: ÇinarcivînciwanDBPKeskîn BayindirXana Axpar
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

Ji ciwanan li Yalovayê daxuyaniya 15ê Gulanê

15 GULAN 2026
Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

Endamê Meclîsa Ciwanan ê DBPê Kalkan hat berdan

13 GULAN 2026
Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

Li Gundikê Melê kevneşopiya 300 salî hat li darxistin

13 GULAN 2026
Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

Waliyê Hesekê bi nûnerê hikûmeta demkî re civiya

5 GULAN 2026
‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

‘Terteleya Dêrsimê di dilê gelê Kurd de birîneke kûr e’

4 GULAN 2026
Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

Keskîn Bayindir: Heta zemîna qanûnî nebe aştî pêk nayê

4 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    Şoreşgerê penûsê: Celadet Elî Bedirxan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kurd bi ‘arşîva dîjîtal’ navên gund û bajarên xwe diparêzin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskar Yildiz Çakar li Balafirgeha Stenbolê hat binçavkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bakirhan: Heta Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê pêvajo nagihîje encamê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê dibistana zimanê Kurdî: ANKA-DER

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xebatên ji bo Kurdî têrê nakin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kovara Vînê dest bi weşanê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Daxuyaniyên 15ê Gulanê: Em jiyanê bi Kurdî bixemilînin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (407)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne