Wan – Di dîroka Kurdan û Rojhilata Navîn de jinên Kurd hertim bi têkoşîna xwe xwedî cihekî mezin bûne. Di roja me ya îro de jî jinên Kurd ên Rojhilatî di wêje, siyaset û civakê de xwedî bandoreke mezin in. Mestûre Erdelanî ya Kurd ku 200 sal beriya niha jiya ye, mohra xwe li wêjeya Rojhilata Navîn daye û bûye yekem jina dîroknas a herêmê.
Di dîroka Kurdan de jin hertim di nava têkoşînê de ne û ev têkoşîn ne tenê yek alî, lêbelê piralî ye. Di warê wêje, rewşenbiriyê bigire heta siyaset û polîtîkayê jin her tim ciheke taybet digire. Jinên têkoşer ên Kurdan bi xebat û têkoşîna xwe hertim berbiçav û serkeftî ne. Ji salên 1800an heta roja me ya îro bi hezaran jinên Kurd mohra xwe li dîroka herêmê û Kurdan dane. Taybetî jinên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê di warê wêje, siyaset û civakî de gelek xurt û xwedî cihekî mezin in. Ji van jinan yek jî Mestûre Erdelanî ye. Ew di Rojhilata Navîn de yekem jin e ku li ser dîrokê pirtûk nivîsandiye û ji bo jinan bûye mînakeke mezin.
Yekem dîroknasa jin a Rojhilata Navîn Mestûre Erdelanî ye
Mestûre Erdelanî (1805–1848) ku bi navên Mahşeref Xanim an jî Mestûre Kurdistanî jî tê nasîn, di dîroka Kurd û Rojhilata Navîn de kesayetiyeke bêhempa ye. Ew wekî yekemîn jin ku pirtûka dîrokê nivîsandiye tê qebûlkirin. Mestûre Erdelanî li bajarê Sineyê ku paytexta mîrektiya Erdelanê bû, ji dayik bûye. Ew keça Ebûlhesen Beg bû ku yek ji malbatên navdar û xwenas ên Sineyê bû. Ji ber ku malbata wê giringî dida perwerdeyê, wê di temenekî biçûk de dest bi fêrbûna zimanên Kurdî, Farisî û Erebî kir û di warê wêje, felsefe û olê de bû xwedî zanîneke kûr.
Mestûre Erdelanî bi mîrê mîrektiya Erdelanê, Xusrew Xanê Erdelanî re zewicî. Tê gotin ku Xusrew Xan ji ber aqil û helbestvaniya wê gelekî qîmet dida wê. Piştî mirina Xusrew Xan, ji ber ku mîrektiya Erdelanê ket bin bandora nakokiyên siyasî, jiyana Mestureyê bi koçberî û xemgîniyê derbas bû.
Tarîxa Erdelan bi destê Mestûreyê hat nivîsîn
Mestûre Erdelaniyê Tarîxa Erdelan (Dîroka Erdelanê) nivîsnadiye. Ev berhema wê ya herî navdar e. Di vê pirtûkê de, wê dîroka mîrektiya Erdelanê bi zimanekî wêjeyî û zanistî nivîsandiye. Bi vê pirtûkê, ew bûye yekemîn jina dîroknas li Rojhilata Navîn. Ev berhem di dîroka Kurd de şoreşek e. Çima ev pirtûk evqas giring e? Mestûreyê ev pirtûk ne tenê ji bihîstinan, lê bi lêkolîna li ser belgeyên fermî yên mîrektiyê û çavdêriyên xwe nivîsandiye. Ev pirtûk yekemîn dîroka mîrektiyekê ye ku ji aliyê jinekê ve hatiye nivîsandin. Wê di pirtûkê de giringî daye jiyana civakî, çand û malbatên desthilatdar. Her çend ew bi xwe endama malbata desthilatdar bû jî, di gelek cihan de bi awayekî rexneyî û objektîf nêzî bûyeran bûye.
Mestûre sembola rewşenbîriya jinên Kurd e
Mesture Erdelanî di serdemekê de ku xwendin û nivîsandin ji bo jinan gelekî zehmet bû, sînorên civakî şikandine. Ew sembola rewşenbîriya jinên Kurd e. Îro li bajarê Sineyê peykerê wê hatî çêkirin û wekî rûmeta wêjeya Kurdî tê naskirin. Mesture Erdelanî di sala 1848an de li bajarê Silêmaniyê wefat kir û li goristana Girê Seywan hat binaxkirin. Nivîskar û rewşenbîrên ku li ser jiyana Mestûre Erdelaniyê lêkolîn kirine, bi gotina “Mesture Erdelanî ne tenê rûmeta jinên Kurd e, lê stêrkeke geş e di ezmanê dîroka Rojhilata Navîn de.” girîngiya wê ya di dîrokê de anîne ziman.
Şêwaza Helbetên Mestûre Erdelanî
Wê bi zimanê Kurdî (zaravayê Hewramî/Goranî) û Farisî helbest jî nivîsandine û di helbestên xwe de piranî behsa evîn, felsefe û êşên jiyanê dike. Mesture Erdelanî di helbestên xwe de zimanekî gelekî nazik û bi bandor bi kar aniye. Di wê serdemê de zimanê wêjeyî yê mîrektiya Erdelanê bi piranî Goranî bû. Helbestên wê tenê behsa evîna xwerû nakin; ew carna evîneke kûr a îlahî û carna jî derdên civakî û şexsî hildigire nav rêzên xwe. Piştî mirina hevjînê wê Xusrew Xan û rûxandina mîrektiyê, di helbestên wê de hestên wekî bêkesî, koçberî û hesreta welat pir zêde dibin.
Hevrikiya bi Nalî re
Mesture Erdelanî di serdema xwe de bi helbestvanên mezin re ketiye nav pêşbirka helbestan. Yek ji wan hevrikiyên herî navdar bi helbestvanê mezin Nalî re bûye. Tê gotin ku Nalî ji ber jêhatîbûn û zimanê wê yê tûj, gelekî qedrê wê girtiye lê carna di navbera wan de helbestên rexneyî û tûj jî hatine gotin. Îro Mesture Erdelanî wekî sembola “Jina Kurd a Rewşenbîr” tê dîtin. Li Kurdistanê gelek dibistan, pirtûkxane û navendên çandî bi navê wê hatine binavkirin.
Nimûneyek ji helbesteke wê:
“Ez jineke wisa me ku her tîra tîrêjê ji qelema min diweşe,
Li beramberî aqilê min, aqilê mêran kêm û lawaz dimîne.”
SIBÊ:
Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şirîn Elemhûlî








