Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku duh fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi fermandarên HSDê re civiyaye.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh fermandarê CENTCOMê General Michael Erik Kurilla çûye Rojavayê Kurdistanê. Li gorî daxuyaniyê Michael Erik bi fermandarên leşkerî yên Amerîkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiyaye.
Li gorî daxuyaniyê, Fermandarê CENTCOMê bi armanca ‘nirxandina kampanyaya têkbirina DAIŞê û hewlên pêşîgirtina li xurtbûna wê koma terorîst’ serdana Rojavayê Kurdistanê. CENTCOMê diyar kir kir ku General Michael Erik Kurilla çûye Kampa Holê jî.
CENTCOMê behsa metirsiya li Kampa Holê kir û wiha got: “Ev kamp metirsiya afirandina nifşekî nû yê DAIŞê li xwe digirin. Ji bilî wan 40 hezar kesên di wan her du kampan de, zêdetirî 9 hezar girtiyên DAIŞê yên ji zêdetirî 50 welatî di 12 girtîgehên di bin çavdêriya HSDê de ne. Bi wateya rastî û mecazî artêşeke DAIŞê di girtîgehan de heye.”