Bi pêşengiya MEBYA-DERa Êlihê de bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya (Nûrcan Başak) ya ku li Rojavayê Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabû, kirin.
Bi pêşengiya Komeleya Çand Yekîtî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Êlihê serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya (Nûrcan Başak) ya ku di 16ê Çileya 2026an de li bajarokê Dêrhafir ê bajarê Helebê yê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dabûn li mala şînê ya Mehmet Şîrîn Çelîk a taxa Gapê kir. Di serdanê de Parlamentera Êlihê Zeynep Odûncû, endam û rêveberên partiyên siyasî yên bajêr û gelek saziyên sivîl jî di nav de serdana şînê kirin. Girseya ku beriya derbasî mala şînê bibe dirûşma ‘Şehîd namirin’ berz kir. Piştî ku derbas bûn ji bo kesên ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeye rêz girtin û piştî rêzgirtinê dirûşmên ‘Şehîd namirin’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana YPJê’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz kir. Li mala şînê wêneyê şervana YPJê Lavînya Koçerîn danîbûn ser maseyê û dora wê jî bi flama kesk û sor û zer, qurnefîl û findan hate xemilandin.
‘Em ê bibin şopdarên xwîna van lehengan’
Endamê MEBYA-DERa Êlihê Şefî Aratemûr li ser navê saziyê bi xêrhatina mêvanan kir û wiha axivî: “Ev hevala me ji bo ku teslîmê destê çeteyan nebe bombe di xwe de teqand û gihişt şehadetê. Divê em bibin layiqî van lehengan. Heta ku dilopeke xwîn di laşê me de hebe, em ê bibin şopdarên van lehengan. Em ê li pey Serokatiya xwe bin. Şehîd namirin, bijî Serok Apo.”
Şîna şervana YJPê Koçerîn Lavînya bi dawî bû.

















