Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ku ji sibeha 2yê Adarê ve heta niha, 217 kes hatine kuştin û 798 kes jî birîndar bûne.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, hejmara qurbaniyên êrişên hewayî yên Îsraîlê li ser Lubnanê ji sibeha duşemê ve gihiştiye 217 kesan û 798 kes jî birîndar bûne.
Koordînatorê mirovî yê NYyê yê li Lubnanê Umran Riza hişyarî da ku di rojên pêş de dibe ku hejmar bi lez zêde bibin, bi dijwarbûna bombebaranê re, nêzîkî 100 hezar kes koçberî stargehên li seranserê Lubnanê bûn.
Umran Riza anî ziman ku niha derdora 100 hezar kesî li nêzîkî 477 stargehên komî dimînin, lê hîn 57 stargeh hene ku hinek cih lê heye, lê ew zû tijî dibin













