Kumrî Akgul a ku jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê têr û tijî derbas kiriye, 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, li girtîgehan û tevahiya jinan pîroz kir û wiha got: “Heta welat azad bibe em ê li ser pêyan bin. Li dijî zextan em ê her dem li qadan bin û tu carî serî natewînin.”
Jiyaneke bi koçberî, berxwedan û têkoşîneke têr û tijî derbas bûyî. Li dijî zordariyê sekneke bi rûmet. Di serdemên herî tarî de dengekî ku banga berxwedanê dike. Jiyaneke bi tu awayî bêzariyê qebûl nake û mizgîniya hêviyê dide. Jiyaneke ligel zor û zehmetiyan gel li çalakiyan, geh li meşan û geh li ber zindanan azadiyê diqêre. Kumrî Akgul ku bi têkoşîna xwe di hişê civakê de cih girtiye, niha amadekariyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dike. Rayagiştî Kumrî Akgul ji çalakiyên li ber girtîgehan nas dike. Di demek faşîzmê bi hemû hêza xwe êrişî gelê Kurd dikir de Kumrî Akgul bi 5 hevalên xwe re li Stenbolê her hefteyê li ber zindanekê deng dida hundir û ji derve.
Di têkoşînê de 40 sal
Li dijî faşîzmê Kumrî Akgul 11 mehan her hefeyê bi Fincî Akman, Gulsum Ozturk, Cemîlê Çîftçî, Cemîle Karakaş û Zeynap Çalhan re li ber zindanekê têkoşîn. Her hefteyê jî hatin binçavkirin. Lê qet dest ji berxwedanê bernedan û hefteya din cardin li ber zindanek din qêriyan. Kumrî Akgul jî yek jî wan dayikan bû. Kumrî Akgul ji sala 1987an ve nêzî 40 sal e di nava rêxistinên jin û partiyên siyasî de cih digire. Bi dehan caran hate binçavkirin lê tu carî dest ji xebatan berneda. Kumrî Akgul têkildarî serpêhatiya xwe û têkoşîna xwe ji ajansa me re vegot.
‘Xwestin jiyanê li min bikin jehr lê…’
Kumrî Akgul ku temenê wê digihe 60ê di sala 1987an de têkoşîna azadiyê naskiriye. Ji wê demê heta niha bêsekin dimeşe. Bi gotina, “Xwestin jiyanê li min bikin jehr lê…” dest bi vegotina çîroka xwe dike Kumrî Akgul û wiha vedibêje: “Emrê min di nava rêxisitnan de derbas bû. Min ji 1987an dest bi xebatan kiriye. Min li Midyadê dest bi xebatan kir, di sala 1992an de jî ji ber zextên dewletê min koçî Stenbolê kir. Xwestin jiyane li min bikin jehr lê li dijî wan min herdem di nava xebatan de cih girt. Ji wan re bûm jehr û li pêşiya wan im. Ji wê demê vê bênavber ev nêzî 40 sal e ez li piya me.”
‘Her hefte em binçav dikirin û li serê çiyayekê, li ser riyekê berdidan’

Di berdewamiya axaftina xwe de Kumrî Akgul qala çalakiya dayikan a “Dayikên Edaletê” dike. Êrişên faşîzmê yên wê demê û rêhevalên xwe yên çalakiyê bi bîr dixe. Kumrî Akgul wiha dirêjî dide axaftina xwe: “Di sala 2022an de li Stenbolê me ji bo girtîgehan çalakî li dar xist. Ez Fincî Akman, Gulsum Ozturk, Cemîlê Çîftçî, Cemîle Karakaş û Zeynap Çalhan em her heftî roja Pêncşemê li pêşiya edliyeyekî ya Stenbolê me çalakî li dar xist. Ji me re digotin ‘Dayikên ‘Edaletê.’ Her hefteyê em dihatin binçavkirin. Em li serê çiyayekî, li ser riyekê berdidan. Digotin qey em nizanin vegerin malên xwe. Lê herdem em dihatin û dîsa me çalakiyan xwe li dar dixst. Di girtîgehan de îşkence li zarokên me dikarin. Li dijî îşkence û tecrîda di girtîgehan de me çalakiyên xwe li dar xist.”
‘Li dijî zexta li ser jinê li berxwe didim’
Kumrî Akgul sedema çalakiya ‘Dayikên Edaletê jî wiha aşkere kir: “Birayê min Erdal Ozer ev 21 sal e di girtîgehê de ye. Me ji bo girtiyan edalet xwest. Me nexwest tu girtî di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin. Dema me çalakiya edaletê li pêşiya edliyeyan li dar dixst, her hefteyê em dihatin binçavkirin. Çalakî 11 meh berdewam kir û her hefteyê ji bo me edalet xwest em hatin binçavkirin. Wekî din jî ez gelek caran hatim binçavkirin. Doz li min vekirine lê ez ji dozan natirsim. Zarokên me di girtîgehan de ne. Ez li dijî zexta li ser jinê li berxwe didim. Em li dijî pergalê xwedî bi hêz in.”
‘Heta ku em hebin em ê li piyan bin’
Kumrî Akgul anî ziman ku divê jin destê xwe bidin destê hev û ev tişt got: “Em destê xwe nedin hev nabe. Ez wekî dayikek dibêjim ‘bila jin li qadan bin.’ Pergal çiqas me bigire em ê ewqas xwedî bi hêz bin. Em azadiyê dixwazin. Heta welat azad bibe em ê li ser piyan bin. Tê gotin ‘berxwedan jiyan e’ û dê jiyana me jî wisa berdewam bike. Em ê herdem li berxwe bidin. Em hêvîdarin ku pêşeroja me dê baş bibe. Em çiqas tên biçavkirin û girtin jî em dibêjin aştî. Lê em dizanin ku aştî yek alî nabe. Divê dewlet jî gav biavêje ku aştî pêk were. Heta ku em hebin em ê li piyan bin.”
‘Ez 8ê Adarê li jinên li zindanan pîroz dikim’

Kumrî Akgul diyar kir ku di dawiya axaftina xwe de ji bo 8ê Adarê bang li jinan kir û ev tişt gotin: “Ez 8ê Adarê li jinên ku di girtîgehan de ne pîroz dikim. Roja 8ê Adarê ji bo gelek girîng e. Îro jin tên girtin û kuştin. Em li ku bin em ê li dijî zextên mêran li berxwe bidin. Ez bang li tevahî cîhanê dikim ku bêjin ‘êdî bes e.’ Îro di nava malan de jî tu ewlehiya me tune ye. Em ê li dijî zextan herdem li qadan bin û tu carî serî natewînin.”












