Duh li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê jina bi navê E.S. bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da.
Hat îdiakirin ku duh bi nîvro jina bi navê E.S. li navçeya Beyogluyê ya Stenbolê xwe ji Kuleya Galatayê avêtiyê xwarê. Kesên ku bûyerê dîtine, agahî dane tîmên tenduristiyê. Hat diyarkirin ku E.S. berî kû tîmên tenduristiyê werin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest daye.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.









