Welatiyên ku li Bûlwara Mezopotamyayê ya Peyasê dijîn li dijî qezayên trafikê û mirinan çalakiya rê girtinê li dar xistin. Welatiyan diyar kirin ku di nav hefteyekî de 2 kesan jiyana xwe dest dane û heya tevbîrên ewlehiyê bên girtin ew ê çalakiya xwe berdewam bikin.
Welatiyên li Bûlwara Mezopotamyayê ya li taxa Firatê ya navçeya Peyasa Amedê dijîn, ji ber ku di nav hefteyekî 2 kesan di qezayê trafîkê de jiyana xwe ji dest dane û tevbîrên ewlehiyê bên girtin çalakiya rê girtinê li dar xistin. . Welatiyên ku di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Em mirinê naxwazin” berz kirin û bal kişandin ser qezayên mirinê yên li herêmê rû didin
Ajotvanan jî bi korneyan piştgirîdan welatiyan. Welatiyan diyar kirin ku li bûlwarê tevdîrên ewlehiya trafîkê yên têrker nayên girtin. Welatiyan anîn ziman ku ji ber li bûlwarê tevdîrên pêwîst nehatine girtin windahiyên canî rû didin û bang li rayedaran kirin.Welatiyan xwestin ku ji bo pêşîlêgirtina qezayan çareseriyên mayînde werin dîtin û gotin heke daxwazên wan neyên bicihanîn, ew ê her roj saet di 21.00an de çalakiya xwe ya girtina rê bidomînin.
Çalakî, piştî demekê bi dawî bû.

















