• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
07 ADAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Li Tetwanê ji ber berfê bernameya 8ê Adarê hat betalkirin

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Dayikên Şemiyê li aqûbeta jinên hatine windakirin pirsîn

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    Çeteyên hikumeta demkî 3 kes revandin

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    ‘Heta ku çapemenî azad nebe pêvajo bi pêş nakeve’

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    Li Stenbolê jinek bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da

    ROJEVA 26ê ÎLONA 2025an

    ROJEVA 7ê ADARa 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kurd bûn rojeva sereke ya çapemeniya cîhanê: Dê çi bikin?

7 ADAR 2026 - 10:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Di çapemeniya cîhanê de mijara Kurdan û Rojhilatê Kurdistanê wekî rojeva herî sereke derkete pêş. Di gelek nûçeyan de behsa Kurdan wekî aktorek esasî di mijarên bingehîn de hate kirin û nîqaşên li ser tevlêbûna Kurdan a di operasyonek bejahî de hate nirxandin. Di serî de çapemeniya navneteweyî bi dehan ajans, rojname û qanalên televîzyonê di çarçoveya şerê Îsraîl, DYA û Îranê de nûçe li ser Kurdan çêkirin û li bersiva pirsa, “Kurd dê çibikin?” nîqaş kirin.

Şerê Îsraîl, DYA û Îranê di roja 8an de berdewam dike. Mijarek di çarçoveya şer de herê zêde tê nîqaşkirin jî siyaseta Kurd û Kurdistan e. Weşanên navneteweyî bi rojane li ser Kurdan gelek nûçe, analîz û gotaran diweşînin û balê dikişînin ser aktorbûn, hêz û helwesta siyaseta Kurd. Weşanên wekî Reuters, AP, The Guardian, Axios û Al Jazeera di analîz û nûçeyên xwe yên dawî de destnîşan kirin ku Kurd dîsa di nav hesabên jeopolîtîk ên herêmî de derketine pêş.

Reuters: Dibe ku li Îranê cephêyek Kurdî vebe

Ajansa nûçeyan a Reutersê di nûçeya xwe ya şerê Îsraîl, DYA û Îranê didahûrîne de nivîsand ku Îsraîl bi hin komên Kurd yên dijberî Îranê re têkilî daniye. Li gorî agahiyên ajansê ji çavkaniyan wergirtine, plan ev e ku li herêmên Kurdan yên li rojhilatê Îranê cephêyek nû vebe da ku hêzên Îranê di hundir de mijûl bikin. Reuters di nûçeya xwe de got ku PJAK, PDKI, Komala û PAK di nav van koman de cih digirin û destnîşan kir ku hêza wan koman bi giştî dibe ku di navbera 5 hezar heta 8 hezar şervanan de be. Di heman demê de Reutersê ragihand ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bang li komên Kurd kiriye ku li dijî rejîma Îranê çalak bibin.

Assocîated Press: Partiyên Kurd dikarin li Îranê rol bilîzin

Ajansa Amerîkî Associated Press (AP) jî analîzek li ser Kurdan weşand. Rojnameyê bal kişand ser rola partiyên Kurdan dikarin di şerê Îranê de bilîzin girte dest. Li gorî APê, hin komên Kurd yên dijberî Îranê ku li Herêma Federal a Kurdistanê cih digirin, di van rojên dawî de bi karmendên Amerîkayî re li ser koordînasyona askerî civîn kirine. Ajansê got ku ger Amerîka piştgirî bide, ev kom dikarin li hundirê Îranê operasyonan pêk bînin. Lê APê di heman demê de got ku hin berpirsên Kurdî hişyarî kirine ku ev gav dibe ku Kurdistana Federal bike hedefa êrişên nû yên Îranê.

The Guardian: Êrîşên esmanî beşek ji planê ye

Rojnameya Brîtanî The Guardianê jî di nûçeya xwe de got ku êrîşên esmanî li ser sînorê Îran û Iraqê dibe ku beşek ji stratejiyê be ku armanca wê vekirina cephêyek Kurd a li Îranê be. Li gorî rojnameyê, herêmên Kurdan ên li bakurê rojavayê Îranê dikarin bibin qada stratejîk ku şerê herêmî zêdetir fireh bikin. The Guardian got ku Îran ji bo pêşîgirtina vê ihtîmalê hêzên xwe li herêmên sînorî zêde kirine.

Axîos: Rêveberiya Kurdistanê dixwaze ji şer dûr bimîne

Malpera siyasî ya Amerîkî Axios ku demên dawî de herî zêde li ser mijara Kurdan weşanê dike jî bi gotar û nûçeyên nû ev polîtîkaya xwe weşand. Di rojên dawî de Axîosê daxuşandibû ku Trump di hevdîtinên xwe yên bi serokên partiyên Kurd re de xwestiye ku şerel bejahî li dijî Îranê bidin dest pêkirin. Her wiha Axîosê bi çend nûçeyan jî angaştibû ku Kurdan dest bi çalakiyên leşkerî kiriye. Ev nûçeyên Axsîosê ji hêla PJAK û partiyên din ên Kurd ve hatibû redkirin. Di nûçeya xwe ya herî dawî de jî Axîosê ragihand ku Rêveberiya Herêma Kurdistana Federaldixwaze ji şerê Îranê dûr bimîne.

‘Pêşmerge derbasûna şervanan asteng kir’

Li gorî Axiosê, Îran di demên dawî de gefan li Kurdan dixwe û Federasyona Kurdistanê bi cihdayîna partiyên Kurd ên ji rojhilat tawanbar dik. Axîsosê daxuyand ku rêveberiya Kurdistanê jî hewl dide ku ev kom ji çalakiyên li dijî Îranê dûr bimînin. Di nûçeyê de hate ragihandin ku hêzên Pêşmerge hin şervanan asteng kirine ku sînor derbas bikin.

Al Jazeera: Tevgera siyasî ya Kurd nîqaşan dimeşîne

Televîzyona Al Jazeera di rapora xwe de got ku di nav kom û partiyên Kurdan de li ser têkiliya bi Amerîkayê re nîqaşek heye. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku hin siyasîyên Kurd dibêjin ku şert û mercên niha dibe ku derfeta guherandina rejîmê pêkan bike û wiha nivîsand: “Lê yên din hişyar dikin ku Kurd di dîrokê de gelek caran ji hêla hêzên mezin ve hatine bikaranîn û paşê hatine hiştin.” Di nûçeyê de hate daxuyandin ku Kurd li rewşê di nêz de dişopînin û li gorî wê biryarên xwe didin.

CNN Înternatîonal: Kurd kî ne?

CNN Internatîonalê jî di van rojên dawî de dosyayek berfireh li ser Kurdan amade kir. Televîzyonê di dosyaya xwe de Kurdistan, siyaseta Kurd û bi taybetî rewşa Rojhilatê Kurdistanê di çarçoveya şerê Îranê de bi berfirehî nirxand. Di nûçeyê de hate gotin ku Kurd wekî neteweyek bêdewlet a mezin li Rojhilata Navîn dijîn û bi milyonan kes li Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê belav bûne. CNNê di rapora xwe de jî bal kişand ser partiyên Kurdan ên dijberî rejîma Îranê yên wekî PJAK, PDKI û Komala ku bi piranî li Herêma Kurdistana Federal cih digirin. Li gorî televîzyonê, di şert û mercên şerê niha de gelek analîst dibêjin dibe ku ev kom bibin hêzeke zeminî ku li dijî Îranê cephêyek nû vebe. Lê di heman demê de di dosyayê de hişyarî jî hat kirin ku bikaranîna faktorê Kurdî di şerê herêmî de dikare şerê herêmê bêtir fireh bike û Kurd carek din di nav pêşbaziya hêzên mezin de bihêle.

Kurd rojeva sereke ya çapemeniya Îsraîlê ne

Di du rojên dawî de çapemeniya herî zêde li ser Kurdan agahiyan belav dike yek jî çapemeniya Îsraîlê ye. Çapemeniya Îsraîlê jî di nûçe û analîzên xwe de balê kişandin ser faktorê Kurdan û bandora wan a li Rojhilata Navîn. The Jerusalem Post di nûçeyên xwe de nivîsand ku komên Kurdan ên dijberî Îranê dikarin di şert û mercên şerê niha de bibin hêzeke ku li bakurê rojavayê Îranê zexta li ser Tehranê zêde bike. Rojnameyê destnîşan kir ku komên Kurdan ên li Herêma Kurdistana Federal cih digirin dibe ku di stratejiyekê de ku armanca wê belavkirina hêzên Îranê ye rol bilîzin.

‘Kurd faktorek girîng in’

Di heman demê de kanala televîzyonê ya Îsraîlî i24NEWSê jî di analîz û bernameyên xwe de bal kişand ser vê yekê ku Kurd di herêmê de hêzeke girîng in û dibe ku di şert û mercên şerê niha de wekî hevalbendên potansiyel li dijî Îranê were dîtin. Lê hin analîstên ku di van weşanxaneyan de axivîn jî hişyar kirin ku bikaranîna faktorê Kurdî dikare şerê herêmê bêtir fireh bike û Kurd dîsa bixe nav pêşbaziya stratejîk a hêzên mezin.

PJAK: Em naxwazin bibin beşek ji planên hêzên derveyî

Di demek nîqaşên li ser Kurdan di çapemeniya cîhanê de zêde dibin de û gelek manîpûlasyon tên kirin de daxuyaniya Endamê Lijneya Rêveber a PJAKê Fûat Bêrîtan ji hêla gelek weşanan ve hate dîtin. Hevpeyvîna Bêrîtan hate bi bîr xistin û bi giştî hate nivîsandin ku Berîtan ragihandiye ku pêşveçûnên li Îranê şert û mercên nû çêkirine, lê PJAK naxwaze bibe beşek ji planên hêzên derveyî. Her wiha hate gotin ku Bêrîtan balikşandiye ser parastina mafên gelê Kurd û civakên bindest.

 

 

 

 

 

Etîket: DYA û ÎranêHevseroka PJAKê Peyman ViyanKurdistanPartiyên KurdRojhilatê KurdistanêŞerê Îsraîl
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serokkomarê Îranê: Em dest ji enerjiya atomî bernadin!

Pezeşkiyan lêborîn xwest: Me biryar da ku em êrişî cîranan nekin

7 ADAR 2026
Şerê Îranê belavî Rojhilatê Kurdistanê û Iraqê dibe

Şerê Îranê belavî Rojhilatê Kurdistanê û Iraqê dibe

7 ADAR 2026
Lîga Ereban dê êrişên Îranê nîqaş bike

Lîga Ereban dê êrişên Îranê nîqaş bike

7 ADAR 2026
Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

6 ADAR 2026
Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

6 ADAR 2026
DYA û Îsraîlê bi boneya wekî baregeh tê bikaranîn stadyûm têk bir

DYA û Îsraîlê bi boneya wekî baregeh tê bikaranîn stadyûm têk bir

5 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    Serokomarê Îranê Pezeşkiyan ferman kuştina Kurdan da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Di girtîgehên Îranê de jineke Têkoşer a Kurd: Şîrîn Elemhûlî – 2

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinan bang kirin: Peymana Stenbolê jinûve îmze bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 7ê ADARa 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Kirdeya avakar a civakê jin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi girseyî serdana şîna Denîz Şen kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jinên Zana û Têkoşer ên Rojhilatê Kurdistanê Pêşenga rewşenbiriya Kurd: Mestûre Erdelanî -1

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan danezanek ji bo 8ê Adarê amade kir HATE NÛKIRIN

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bîlançoya 6 rojan a şerê Îsraîl, DYA û Îranê: 5 hezar êriş, hezar û 247 mirî, bi hazaran birîndar

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke bi têkoşîn û berxwedanê hatiye honandin: Kumrî Akgul

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • ADAR 2026 (257)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne