• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
23 NÎSAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Piştî 29 salan girtîgehê derket: Bi serbilindî ji zindanê derketim

    Piştî 29 salan girtîgehê derket: Bi serbilindî ji zindanê derketim

    Şaredarê Eşmeyê Tozan ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Şaredarê Eşmeyê Tozan ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Serdana kesên ku malên wan zirar dîtibûn hate kirin

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Tenduristiya rojnamegerê girtî Qareman di xeteriyê de ye

    Piştî 29 salan girtîgehê derket: Bi serbilindî ji zindanê derketim

    Piştî 29 salan girtîgehê derket: Bi serbilindî ji zindanê derketim

    Şaredarê Eşmeyê Tozan ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Şaredarê Eşmeyê Tozan ji wezîfeyê hate dûrxistin

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Rojnamegerê girtî Şêrwanî dest bi greva birçîbûnê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinên Kedkar: Divê ne tenê rojekê her roj dengê jinan bê bihîstin

Nûda Arici /AW

7 ADAR 2026 - 11:09
Kategorî: ABORÎ, JIN, MANŞET
A A
Colemêrg – Jinên dikandar yên Geverê bal kişandin ser giringiya yekdengî û pêşveçûna jinan û diyar kirin ku jin divê di hemû qadan de xwe pêş bixin û  dengê jinan ne tenê 8ê Adarê, divê her roj di civakê de were bihîstin.

 

Di sala 1910an de civîna jinên sosîyalîst li Kopenhagê hate lidarxistin. Jina sosyalîst Klara Zetkînê pêşniyar kir ku ji bo têkoşîna mafên jinan rojeke navneteweyî were diyarkirin. Armanca wê ew bû ku jin li seranserê cîhanê bi hev re dengê xwe bilind bikin û daxwaza mafê wekheviyê bikin. Roja 8ê Adarê ku Roja Jina ya Cîhanê tê qebûlkiri, li gelek welatên cîhanê bi çalakî û daxwazên mafên jinan tê pîrozkirin. Di vê rojê de jin li dijî tunebûna wekheviyê, tundiya li ser jinan û polîtîkayên ku jinan ji jiyana civakî dûr dixin, dengê xwe bilind dikin. Di heman demê de jinên Kurd jî bi mîrateya têkoşîna jinên şoreşger 8ê Adarê wekî roja berxwedanê pîroz dikin.

Dikandarên jin ên Geverê têkildarê wate û girîngiya 8ê Adarê axivîn.

‘Dema jin dikeve nava lêpirsînan ferq dike ku mal jê re teng tê’

Xwediyê salona xweşiktiyê Kevser Doganê xwepaşdagirtina jinan girêdayî pergala baviksalar ya civakê kir û got: “Jin di hemû qadan de xwe paş ve digirin, jin çend jî xwe paş ve bikêşin jî em dibînin ku ew di destê wan de nîn e, di civakê de bindest in. Divê em xwe bigihînin her jinekê.”

Kevser Doganê zor û zihmetiyên ji gundê xwe jiyan kiriye anî ziman û got: “Gundê ez tê de mezin bûme şolkirina jinan qedexe bû, jinan nedikarî bi awayekî rehet fikrên xwe di civakê de bînin ziman. Gava jin di aliyê hişmendiyê de dikeve nav lêpirsînan êdî ferq dike ku mekanek têra wê nake, mal ji wê re teng dibe. Ez jî wek jinekê paqijîya mala xwe jî dikim, nanê xwe jî dipêjim, herwiha li kargeha Jînê karê xwe dikim.” Doganê di heman demê de qala zor û zehmetiyên dikandariyê jî kir û got: “Bê jin jiyan nabe. Jinên ku li derve, nav civakê de kar dikin, dikandiriyê dikin, bê bedel nehatine vê rojê. Gava taybet jin dibêje ez ê bibim karsaz, civak dikeve lêpirsînê; dibêjin, ‘ka tu dikarî, tu yê li gel kî, çawa bixebitî?’ Bi vî awayî her ji jinan astengiyan derdixin.”

‘Azadî xweş e lê di kîjan watêyê de’

Di berdewama axaftina xwe de Kevser Doganê bal kişand ser wateya azadiyê ya li gor hişmendiya lîberal. Kevser Dogan têgihîştina lîberal a azadîyê rexne kir û got: “Divê jin di hemû qadan de xwedî hêz bin. Azadî xweş e lê kîjan watêyê de. Mixabin azadî gelek caran di nav civakê de xelet tê famkirin. Mînak; azadiyê bi cil û bergan, rabûn û rûniştinê ve girêdidin. Li gor min jin divê di hemû qadên jiyanê de xwe pêş ve bibe. Di aliyê xwendin, nivîsinê bigire heta nan pahtinê.”

‘Jinên şoreşger ji bo me mînak in’

Kevser Doganê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser çavkaniya xwe ya hêzê û axavtina xwe wiha qedand: “Ez bi xwe jinên şoreşger ji bo xwe mînak digirim. Hêza jinên şoreşger, jinên ku xwe pêş ve birine, gelek bedelên giran dan û ez wan ji bo xwe esas digirim. Şoreşa jinan ya Rojavayê pêk hatiye, hevî dikim dê li Îranê jî pêk bê. Ez baver im jin dê xwe di her qadê de pêş ve bibin û bibin yek deng, heya em nebin yek deng çênabe. Divê dengê jina tenê di 8ê Adarê de na, her roj derkeve.”

‘Xebat gelekî girîng e ji bo jinan’

Dirûnkar Sevîl Kina jî têkildarî keda jinan û 8ê Adarê axivî û 8ê Adarê li hemû jinên cihanê û taybetî jî li jinên Kurd pîroz kir û ev tişt gotin: “Jinên Kurd di her aliyekê de xwe pêş ve birine, bila xwe pêştir bibin. Em naxwazin jinên Kurd jiyana xwe nav çar dîwaran de bidomînin. Daxwaza me ew e jin di aliyê çand û hûner, ziman de xwe zêdetir pêş bixe. Xebat çi li malê be çi li derve be, gelek girîng e ji bo jinê. Ew hêza jinan heye. Jin di hemû aliyan de têkoşîn dide. Jinên Kurd cuda ne, di aliyê ziman û çandê de pêşketiye, em jî bi vê yekê serbilind in.”

Armanc jiyandina çanda Kurdî ye

Sevîl Kinayê da zanîn ku jinan jiyana komunal afirandiye û wiha pê de çû: “Em jî wek berdewamiya çandê cil û bergên Kurdî ji jinan re didirûn û em hesdikin vê yêke pêş ve bibin. Ez li Geverê perwerdeya dirûna kiras-fistan, şal û şepikan didim. Ez hewl didim ku jin keda xwe pêş bixe, da ku çanda Kurdî were jiyandin.”

‘Jin li hemû cîhanê gelek zor û zehmetî dikêşin’

Sevîl Kinayê di dawiya axaftina xwe de jinên Rojhilatê yên têkoşer bi bîr xist û got: “Roja jina ne tenê rojek e. Li hemû cîhanê jin gelek zor û zehmetî dikêşin. Em dixwazin hemû jin, taybetî jinên Kurd li Bakur, Başûr û Rojava serketîtir bin. Li Rojhilatê jinên Kurd di nav şerekî dijwar de ne, em hêvî dikin hemû jinên şoreşger serfiraz bin. Serkeftin ji bo hemû jian.”

Etîket: 8ê Adarejinên kedkarKevser DoganêSevîl Kina
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Koordînasyona PAJKê: Dê hêzên komploger têk biçin

Ji PAJKê peyama Newrozê: Divê rê li ber azadiya fizîkî ya Rêber Apo vebe

20 ADAR 2026
Ji KESK û DÎSKê yên Sêrtê daxuyaniya 8ê Adarê

Ji KESK û DÎSKê yên Sêrtê daxuyaniya 8ê Adarê

9 ADAR 2026
Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

Oznûr Bartin: Avakera civakê jin bi xwe ye

8 ADAR 2026
Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

Li Aydinê meşa 8ê Adarê: Em teslîmî tarîtiyê nabin

8 ADAR 2026
Li Îzmîrê jinan 8ê Adarê pîroz kir: Em ê jiyaneke azad ava bikin

Li Îzmîrê jinan 8ê Adarê pîroz kir: Em ê jiyaneke azad ava bikin

8 ADAR 2026
Platforma Jinan a Êlihê: Berjewendiyên baviksalariyê û sermayedariyê digihin hev

Platforma Jinan a Êlihê: Berjewendiyên baviksalariyê û sermayedariyê digihin hev

8 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    Tulay Hatîmogullari: Pêvajo di qonaxeke krîtîk de ye divê qanûn bên çêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Poyraz: Ewropa li benda zagonan, civak li benda mafê hêviyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Roza Metîna: Em ê her dem rastiyan bişopînin
    Ayşegul Dogan: Divê hemû rojnamegerên girtî bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji çalakvanên Berxwedana Hîlwan-Sêwregê Îsmaîl Agaç jiyana xwe ji dest da

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê hovîtiya polîsan: Bi îşkenceyê poz û diranên ciwanekî şikandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dogan Hatûn: Werin em bi hev re dengê xwe bilind bikin û pirsgirêkan çareser bikin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 22yê NÎSANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • PENa Kurd û KNK: Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • NÎSAN 2026 (785)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne