Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku hêzên Îranê êrişî herêmên cîran nekirine, lê baregehên DYAyê kirine armanc.
Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan li ser hesabê xwe yê Xê derbarê geşedanên dawî de daxuyanî da. Pezeşkiyan diyar kir ku rejîma Îranê bi polîtîkaya “rêgeza cîrantiya baş” tevdigere û wiha got: “Îranê her tim li ser esasê rêzgirtina dualî ya serweriya neteweyî û yekparçebûna axê, li ser parastin û domandina têkiliyên dostane yên bi hikûmetên welatên herêmê re dest destnîşan kiriye. Lêbelê ev rewş, mafê xwezayî yê Îranê yê xweparastina li hemberî êrişên leşkerî yên DYA û Îsraîlê ji holê ranake. Em ji bo parastina welatê xwe li ser pêyan in û li ber xwe didin.
Armanca operasyonên parastinê yên Îranê de tenê tesîsên çavkaniyên çalakiyên êrişkar ên li dijî gelê Îranê ne, em van wekî armancên xwe yên rewa dibînin. Me êrişî welatên dost û cîran nekiriye, berevajî vê yekê, me baregehên leşkerî û tesîsên Amerîkayê yên li herêmê de ne, kirine armanc.”













