Rêxistina DEM Partiyê ya Îdirê bi boneya 8ê Adarê civînek li dar xist û da zanîn ku têkoşîn û berxwedana jinan li her derê heye û dê her derê bikin qada berxwedanê.
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), bi şiarê “Bi Berxwedanê Azad Dibin, Civaka Demokratîk Dihonin” civîna jinan pêk anî. Di salonê de pankarta “Em li dijî qirkirina jinê serî hildidin, ber bi azadiyê ve dimeşin” hat daliqandin. Parlamenter Nejla Demir û gelek jin beşdarî civînê bûn. Bername bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir û axaftina destpêkê li ser navê Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Îdirê Bahar Etrece ve hat kirin.

‘Têkoşîn û berxwedana jinan li her derê ye’
Bahar Etrece bal kişand ser pêvajoya heyî û diyar kir ku divê berpirsiyariyeke mezin bê girtin. Etrece got: “Têkoşîna jinê li dijî pergala mêr-serwer serî hildaye û di heman demê de dê mêr jî azad bike. Pergalê bi zilmê jin pelixand, lê tiştek ji bîr kir; têkoşîn û berxwedana jinan li her derê heye û dê her derê bikin qada berxwedanê.”
‘Em bi ruhê berxwedana jinan li qadan in’
Hevseroka DEM Partiyê ya Îdirê Alya Akkûş jî bal kişand ser têkoşîna dayikan û wiha axivî: “Dest û keda dayikan sax be. Têkoşîna dayikan dê hem jinê û hem jî civakê azad bike. 8ê Adarê, bi ruhê berxwedana jinê wekî meşaleyekê dê her tim pê bikeve.”
‘Em ê bibin yek’
Hevşaredara Îdirê Nejla Kûm jî di axaftina xwe de girîngiya 8ê Adarê anî ziman û got: “Ez we bi ruhê berxwedanê silav dikim. Li hemû cîhanê jin hatin qetilkirin û tunekirin. Lê em dizanin ku jin her tişt e. Em ê li dijî vê tunekirinê bibin yek deng û civakê azad bikin.”
‘Banga Birêz Ocalan a 27’ê Sibatê’
Parlamentera DEM Partiyê ya Agiriyê Nejla Demîr jî bal kişand ser zextên li ser nirxên çandî û ev tişt anî ziman: “Li cîhanê û li Kurdistanê dengê jinan yek e. Beriya çend rojan jin ji ber rengên xwe yên neteweyî hatin binçavkirin. Ev çand û hebûna me ye. Nikarin Kurdan, jinan û çanda Kurd tune bihesibînin. Îro jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li qadan in. Ji bo hilweşandina zîhniyeta mêr, divê jin hîn bi hêztir bin. Di 27ê Sibatê de banga Birêz Ocalan ji bo jinan ev bû; hêzbûn û rêxistinkirina jinê şert e, ji ber ku azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdayî ye.”
Civîn bi gerandina govendê bi dawî bû.














