Deklarasyona Newroza îsal ku bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîrozkirin, dê sibê li Amed û Stenbolê bi civînên çapemeniyê bê ragihandin.
Koordînasyona Navendî ya Newrozê dê sibê li Amed û Stenbolê deklarasyona Newroza 2026an ku bi şîara, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê pîroz kirin, aşkera bike. Deklarasyona Newrozê dê li Amedê seat 11:00an de li Sûmerparkê bi civînek çapemeniyê bê ragihandin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgûn Uçar, Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Fatma Ablay, Hevserokê Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Mehmet Kamaç, Endamên Meclîsa Ciwanan, nûnerên partî û rêxistinên sivîl ên civakî dê tev li civîna çapemeniyê bibin.
Li Stenbolê jî civîna ragihandina deklarasyonê dê saet 13:00an li Elîte World Hotelê bi civînek çapemeniyê bê aşkera kirin. Hevseroka HDKê Meral Danış Beştaş, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogûllari, endamên TJA û Meclîsa Ciwanan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî dê tev li civîna çapemeniyê bibin.
Deklarasyon dê bi du zimanan bê xwendin
Deklarasyona Newrozê dê bi Kurdî û Tirkî were xwendin. Di deklarasyonê de jî li ser wate û girîngiya Newroza îsal dê nirxandin cih bigirin. Tê payîn nûnerên gelek rêxistinên civakî û partiyên siyasî tev li civînê bibin.
Dê li 53 cihan navendî bê pîrozkirin
Koordînasyona Navendî ya Newrozê ragihand ku Newroza îsal herî kêm dê li 53 cihên bi awayek navendî bê pîrozkirin. Ji bilî cihên navendî jî tê payîn ku Newroz li zêdeyî 100 cihan bê pîrozkirin.
Start di 11ê Adarê de ye
Starta pîrozbahiyan jî dê di 11ê Adarê de li çar navenda bê dayîn. Li gorî bernameyê li Sûra Amedê, li Kadîfekaleya Îzmîrê, li navçeya Depê ya Xarpêtê û li navçeya Bazîdê ya Agiriyê dê start bê dayîn.













