Navenda Nûçeyan – Rojhilatê Kurdistanê bi rûberê xwe yê berfireh, nifûsa xwe ya ji 10 mîlyonî zêdetir û çavkaniyên xwe yên enerjiyê, îro li Rojhilata Navîn wekî keleha hişmendiya neteweyî derdikeve pêş. Her bihosta vê axê, bi deng û rengê kurdewariyê hatiye neqişandin.
Ev xaka ku ji sînorên Bakurê Kurdistanê heta kûrahiya navenda Îranê û sînorên Başûrê Kurdistanê dirêj dibe, bi dîroka xwe ya kûr yek ji hîmên herî qahîm ên kurdewariyê ye. Rojhilat ku li ser çar parêzgehên sereke Ûrmiye, Sine, Kirmaşan û Îlamê hatiye dabeşkirin, bi navçeyên xwe yên stratejîk mozaîkekî çandî yê bêhempa dihewîne.
Warê hunerê: Sine
Gava mirov berê xwe dide Rojhilat, parêzgeha Kurdistanê bi navenda xwe ya bajarê Sine derdikeve pêş. Sine, ku bi nifûsa xwe ya ser 500 hezarî re wekî “Bajarê UNESCO yê Muzîkê” hatiye tescîlkirin, bi amûra defê û mîmariya xwe ya resen sembola hunera Kurdî ye.
Seqiz, Bane û Merîwan
Li dora vê navenda hunerî, liv û tevgera aborî bi bajarên mîna Seqiz, Bane û Sahib re geş dibe. Seqiz wekî yek ji bajarên herî kevnar ên cîhanê û navendeke bazirganiyê ya dîrokî derdikeve pêş. Bajarê Bane îro li seranserê Îranê wekî dilê bazara kelûpelan tê naskirin, û Merîwan jî bi Gola Zrebarê ya efsûnî û dergehê sînorî yê Başmaxê, wekî motora aboriya herêmê kar dike. Di deşta herî fireh de jî, bajarê Dîwandere bi potansiyela xwe ya çandiniyê, tevî navçeyên mîna Kamyaran, Bîcar û Qurwe, nexşeya civakî û aborî ya vê parêzgehê temam dikin.
Bajarê kozmopolît Ûrmiye
Li bakurê vê nexşeya mezin, parêzgeha Ûrmiye wekî dergehekî kozmopolît cih digire. Bajarê Ûrmiyeyê bi nifûsa xwe ya 750 hezarî, cihê hevdîtina Kurd û Azeriyan e û herwiha Ermenî, Asûrî li vir dijîn. Her çend li navendê nifûs tevlihev be jî, gundewar û navçeyên derdorê bi temamî Kurd in. Heremên mîna Biradost, Soma, Tirgever, Mêrgever û Nazlû bi xwezaya xwe ya asê mîna kela parastina nasnameya kurdî ne.
Navendên siyasî û rewşenbîrî
Lê belê, gava behsa hişmendiya neteweyî tê kirin, du bajar wekî mejî û dilê Rojhilat derdikevin pêş. Bajarê Mehabadê paytexta manewî ya kurdan e ku bi mîrateya Komara 1946’an, hîn jî navenda siyasî ye. Bajarê Bukanê bi nifûsa xwe ya ciwan, wekî navenda huner, edebiyata nûjen û çandiniya pêşketî tê naskirin. Li vê herêmê, aborî di destê bajarên sînorî yên mîna Pîranşar, Serdeşt, Xoy û Makû de ye. Navçeyên wekî Şot, Poldeşt, Çaldiran, Dîlmeqan û Qerezîyaedîn sînorên bakur diparêzin, û bajarên mîna Rebet, Nexede, Mihemedyar û Şino jiyana rojane ya aborî diyar dikin. Her wiha Tikab, Şahîndij û Miyandav wekî xalên hevgehiştina çandî ya li rojhilatê parêzgehê cihê xwe digirin.

Bajarê herî mezin Kirmaşan
Kirmaşan bajarê herî mezin ê kurdan e. Bi nifûsa xwe ya zêdetirî milyon û nîv kesî, ev bajar cihê kombûna Kurdên Sunnî, Şîe û Yarsan e. Kirmaşan bi şûnwarên mîna Bêstûn û Taqê Bostan, rûmeta dîroka kevnar hildigire. Navçeyên mîna Ciwanro, Riwanser, Şabad û Gêlan, navendên giring ên eşîrên mezin in ku di parastina herêmê de xwedî bandoreke dîrokî ne. Her çend li vir mezheb cûda bin jî şêniyên bajêr bi nasmeya xwe ya neteweyî derdikevin pêş.
Heybeta Hewremanê
Di kûrahiya çiyayan de, herêma Hewreman bi navçeyên Pawe, Newsûd û Nodşe mîna tabloyeke mîmarî ya bêhempa xuya dike. Pawe, ku di lîsteya UNESCOyê de ye, bi zimanê xwe yê kevnar û xwezaya asê mîraseke zindî ye. Li aliyê din, Qesirşîrîn û Serpêlê Zehaw wekî dergehên lojîstîk ên ber bi Iraqê ve xwedî girîngiyeke stratejîk in.
Deryaya enerjiyê: Îlam
Li başûrê Rojhilat, parêzgeha Îlamê warê kurdan e. Bajarê Îlamê, ku di nava daristanên berûyê yên Zagrosê de hatiye avakirin, bi navçeyên xwe yên mîna Eywan, Zerne, Asmanawa, Çewar û Melikşayê reseniya xwe diparêze. Ev herêm her çend bi xwedîkirina heywanan û çandiniyê bi navçeyên mîna Çerdawil, Şêrwan, Awdenan, Bedre, Mûrmûrî û Serawbax were naskirin jî, li ser deryayeke enerjiyê rûniştiye. Navçeyên Dêliran, Mêran, Meyme û Zerênabad bi çavkaniyên xwe yên petrol û gazê, di aboriya giştî ya herêmê de xwedî girîngiyeke sereke ne.
Kurdên Xorasanê
Di dawiya vê nexşeya berfireh de, li bakurê rojhilatê Îranê, li Xorasanê, bajarên mîna Bocnûrd û Qoçan wekî giraveke kurdî hebûna xwe diparêzin. Ev civaka ku bi sedsalan e ji axa xwe dûr e, hîn jî ziman û çanda xwe bi serbilindî zindî hîştiye û ev yek nîşan dide ku sînor nikarin nasnameyê ji hev veqetînin.
Rojhilatê Kurdistanê bi bajarên xwe yên metropol, herêmên xwe yên stratejîk û nifûsa xwe ya ciwan ku bi mîlyonan e, bingeha herî qahîm a hebûna kurdan li Îranê ye. Her bajarekî vê herêmê, ji Sine bigire heya Mehabad û Kirmaşanê, parçeyek ji dîroka Kurdan e.













