• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    Tirkiyeyê ji bo gundên Zaxoyê qedexeyên OHALê ragihand!

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    ‘Gora Şêx Seîd û hevalên wî eşkere, îtîbara wan teslîm bikin’

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

    Welatiyan ji mitîngê bang kir: Ji bo azadiya civakê divê Serok Apo azad be

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Kurd wê li ku çi bikin bi xwe dizanin, aqil nedin Kurdan

Enqere / AW

10 ADAR 2026 - 13:47
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de bal kişand ser geşedanên li Îranê, Kurdistanê  û Rojhilata Navîn û wiha got: “Bila dev jî gotinan dijminane yên li ser Kurdan berdin. Kurd dê li ku çi bikin bi xwe dizanin. Bila kes aqil nede Kurdan.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di komcivîna partiya xwe de li Meclîsê li ser geşedanên di rojevê de axivî. Tuncer Bakirhan têkildarî şerê li Îranê didome destnîşan kir ku Rojhilata Navîn ketiye nav krîzên kûrtir û wiha got: “Li Îranê rejîmê tu carî hêza xwe naspêre gelan. Rejîmê çavkaniyên Îranê hemû ji tank û topan re veqetand. Li dijî nasname û baweriya gelan jî tu azadî mîsoger nekir. Kurd û pêkhateyên cuda û muxalîf bi darve kir. Lê bi mudaxileya derve azadî û demokrasî nayê wî welatî. Gelên li wî welatî dikarin azadî û demokrasiyê bînin. Her ku şer gur dibe gelên bindest, jin û zarok jiyana xwe ji dest didin. Divê şer û pêvçûn bi dawî bibin û desthilat û rejîmên zextê li gelan dikin jî biguherin. Em bi vî awayî çawa nêzî şerê li Îranê dibin diyar dikin. Lê bi israr hinek hene li ser navê Kurdan gotinan dikin. Kurdan wek hêzek ku dikarin siberoja xwe diyar bikin nabînin, aqil didin Kurdan.”

Tuncer Bakirhan bal kişand ser kesên gotinan û neheqî li Kurdan dikin û wiha axivî: “Bila dev jî van gotinan berdin. Kurd dê li ku çi bikin bixwe dizanin. Bila kes aqil nede Kurdan. Hefteyeke ku hemû kesan qala Kurdan kir. Beriya vê jî ji ber Rojava hemû kesan dîsa qala Kurdan dikir. Çima her tim cîhan qala Kurdan dike. Bila dewletên herêmê li ser vê yekê bifikirin. Heke Kurd li dewletên lê dijîn ne welatiyên wekhev û azad bin helbet dê qala Kurdan bê kirin. Yên Kurdan weke kesên dikarin bên ‘bikaranîn’ pênase dikin, bila baş bizanibin ên bi înkar û tunehesibandinê li ser Kurdan ferz dikin bila ser vê bifikirin. Bêjin çima dinya qala Kurdan dikin. Ziman, çand û mafên Kurdan nas bikin bila dema li cihekî guleyek teqiya dinya qala Kurdan neke. Avakirina biratiyeke rasteqîn jî di vir de derbas dibe.”

‘Li serok û pêşengên Kurd ên xwedî rûmet binêrin û wan bişopînin’

Tuncer Bakirhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku serok û pêşengên Kurdan li dewletên lê dijîn li çareseriyê digerin û wiha domand: “Birêz Ocalan li ser Îranê gelek caran hişyarî da. Birêz Ocalan got nebin şirîkê şer lê dema hûn tune hatin hesibandin jî bibin yek û xwe biparêzin. Birêz Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî jî heman tişt gotin. Birêz Bafil Talabanî jî heman tişt got. Hemû jî dibêjin Kurd nabin mertalên kesî û ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin. Me jî di serî de got; Em piştgiriya êrişên hêzên hegemon nakin lê divê ew rejîm jî biguhere. Me got em li rex têkoşîna jinên Îranê ne. Yên dibêjin em tevgerên Kurd dişopînin bila di serî de serok û pêşengên Kurd ên xwedî rûmet binêrin û wan bişopînin.”

‘Werin em yekîtiya demokratîk a Rojhilata Navîn saz bikin’

Tuncer Bakirhan êrişên rejîma Îranê yên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kir û wiha got: “Di şer de ye lê tevî vê yekê jî hê jî êrişî Kurdan dike. Beriya êrişî Kurdan bike bila maf û hebûna Kurdan nas bike. Maf û azadiya Kurdan qebûl bike û werin em Rojhilata Navîn demokratîk bikin. Mafê hemû gel û netewan mîsoger bikin û em ronesannsa Rojhilata Navîn ava bikin. Çareserî diyar e. Werin em yekîtiya demokratik a Rojhilata Navîn saz bikin. Di vir de divê dewletên herêmê bi rola xwe rabin. Çima Tirkiye bi vê yekê re pêşengiyê neke? Ev pêvajo firsendeke. Maf û hebûna Kurdan mîsoger bikin û em bi hev re di nava yekîtiyê de bijîn. Gelên Îranê bi salane di bin zextên rejîma molla de dijîn.”

‘Kurd bi hêz û baweriya xwe têdikoşin’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku Kurd bi hêza xwe ya cewherî sed sal in têdikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew hêzên hegemon li ku bûn dema Kurd dihatin dervekirin. Têkoşîna Kurdan nû dest pê nekir. Ji Simkoyê Şikakî heta Qasimlo û Ferzad Kemengeran Kurd li Rojhilat têdikoşin. Kurd xwe naspêrin kesên tênakoşin. Kurd bi hêza xwe ya cewherî sed sal in têdikoşin. Kurd beriya rejîmê jî li wan çiyayan bûn. Ev rejîm jî dê biçe lê dîsa li wan çiyayan Kurd dê hebin. Kurd bi hezaran sal in li ser erdnîgariya xwe dijîn, dixwazin bi ziman, maf û azadiya xwe bijîn. Îran herêmeke ji aliyê netew û baweriyan ve dewlemende. Rejîmeke zextkar nikare mayinde bibe.”

‘Divê ji bo çareseriyê dewlet zûtir gavan biavêje’

Tuncer Bakirhan diyar kir ku divê Tirkiye li dijî xetereyên şer ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk zûtir gavan biavêje û wiha axivî: “Em dixwazin Tirkiyeyê ji vî şerî biparêzin. Ev welatê me ye jî. Divê pirsgirêka Kurd nebe hinceta şerekî li vir. Ji bo wê divê em çareseriyê zûtir pêk bînin û gavan biavêjin. Divê hemû kes ji wateya pêvajoya aştiyê ya birêz Ocalan daye destpêkirin baş fêm bike. Niha em li ser pira siratê ne. Tu luksa me tune ye ku gavan hêdî bên avêtin. Dema me nema. Divê zûtir gav bên avêtin. Xetere pir mezin in. Lê desthilat hê jî hesabên biçûk dike. Di vê pêvajoyê de ya herî girîng hiqûq û demokrasî ye. Ji aliyekî ve dibêjin bila Ehmed biçin ser peywirê ji aliyê din ve jî dema hiştina qeyiman dirêj dikin. Êdî dawî li vê bînin û bila hevşeredar vegerin ser karê xwe. Divê akademîsyenên aştî dixwazin jî vegerin karê xwe. Ev pêvajo wan jî hilde nav xwe. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk bînin ku Demîrtaş û Yuksekdag bikaribin tev li Newrozê bibin. Em biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û demokrasiyê pêk neynin em dê çawa yekîtiya navxwe mîsoger bikin?”

Tuncer Bakirhan anî ziman ku êrişên li ser Îranê ji aliyê aboriyê ve jî bandor li Tirkiyeyê dike û li ser aboriyê jî got ku ji ber krîza aborî welatî nikarin debara xwe bikin û divê îkramiya cejnê ya taqawîdan qasî muçeya asgarî bibe.

‘Em newrozek dîrokî li dar bixin’

Tuncer Bakirhan ji bo Newrozê jî bang li jin, ciwan û hemû gelên li Tirkiyeyê û Kurdistanê kir û got: “Werin em bi hev re dengê aştiyê bilind bikin û di vê serdema dîrokî de divê tevlibûneke xurt a dîrokî bibe.”

Etîket: Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

Konferansa Rêveberiyên Xwecihî ya Demokratîk dest pê kir

8 HEZÎRAN 2026
Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

Hevserokên DEM Partiyê nameya ‘Mafê Hêviyê’ ji Komîteya Wezîran re şand

5 HEZÎRAN 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

5 HEZÎRAN 2026
Bakirhan: Îro dora CHPê be, sibê dora AKPê ye

Bakirhan: Îro dora CHPê be, sibê dora AKPê ye

2 HEZÎRAN 2026
MYKyê DEM Partî do halo peyên bido “Xerîtaya Xo ya Rayîrî”

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

18 GULAN 2026
MYKa DEM Partiyê dê sibe bicive

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

6 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 29ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Konferansa Ziman: Konfederasyona/Komuna Saziyên Zimanê Kurdî bê avakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mitîngên Azadiyê yên Amed û Stenbolê dest pê kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Yek mûhattap heye ew jî birêz Abdullah Ocalan e’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rapbêj Serhado bi stranên xwe girse coşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komeleya Şêx Seîd: Mîrateya wan bûye bingeha têkoşîna azadiya gelê me

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Mekanîzmayên ku sûcdaran diparêzin bi saya têkoşîna jinan teşhîr bûne’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (799)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne