• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
13 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    ‘Ji ber mafê wî yê dermankirinê tê binpêkirin 10 kîlo winda kiriye’

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    Ji Îsraîlê bangawaziya valakirina başûrê Libnanê

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Cendirmeyan êrişî berxwedana li dijî GESê kir: Birîndar û binçavkirî hene

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

    Abdullah Ocalan ji bo ku xitimîn derbas bibe hin pêşniyar kirine

    Baroya Wanê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Bazîd, Deşta Darê û Edeneyê agirê Newrozê pêk ket

Navenda Nûçeyan / AW

10 ADAR 2026 - 22:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Botan, Serhed û Çûkûrovayê agirê Newrozê yê ewil hate pêxistin. Girseyê li ber agir govend girêda û dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Agirê Newroza 2026an li nvçeya Bazîdê ya Agiriyê pêxistin. Girseya ku li ber avahiya navçeyê ya DEM Partiyê kom bû, bi 77 meşaleyên di destên xwe de, ji Kolana Mem û Zînê heta Parka Şaredariyê meşeke bi meşale li dar xist.

Çima 77 meşale

Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 4ê Nîsanê de dikeve 77 saliya xwe, girseyê 77 meşale hilgirtin. Di dema meşê de dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Girseya ku gihîşt Parka Şaredariyê, li vir agirê yekem ê Newroza 2026an geş kir. Parlamenterên DEM Partiyê yên Agiriyê Nejla Demir, Heval Bozdag û Sirri Sakik, parlamenterê Îdirê Yilmaz Hûn û gelek welatî beşdarî çalakiyê bûn.

Piştî vêxistina agirê Newrozê, girseyê ji bo demeke dirêj govend gerand. Çalakî piştî gerandina govendê bi dawî bû.

Li Deşta darê agirê Newrozê pê ket

Platforma Saziyên Demokratîk agirê ewil ê Newrozê li bajaroka Deşta Darê pêxist. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl ên demokratîk û bi sedan welatî tev li pîrozbahîyê bûn. Welatiyên kincên neteweyî li xwe kirin, qada pîrozbahiyê bi rengên kesk û sor û zer hate xemilandin. Girseyê li ber stratên Kurdî govend kişand Newroz pîroz kir.

Dê li 7 navenda pîrozbahî pêk bê

Berî pîrozbahiyê derbarê Newrozên li Şirnexê pêk bên de, daxuyanî hate dayîn. Hevseroka Rêxistina Bajar a DEM Partiyê Taybet Bîlgî bal kişand ser girîngiya Newrozê û got ku dê di 21ê Adarê de li Gundikê Melê, di 22yê Adarê li Cizîrê, di 23yê Adarê de li navenda Şirnexê, di 24ê Adarê de li Silopya, di 25ê Adarê de li Hezexê û Qilabanê û di 26ê Adarê de jî li Elkê Newrozê pîroz bîkîn.
Taybet Bîlgî anî ziman ku dê li hemû gund, taş û bajarokên Şirnexê Newroz bê pîrozkirin û wiha got: “Bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agir bê pêxistin.” Parlementerê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez jî Newroza gel pîroz kir û banga tevlêbûnê li gel kir.

Girse li ber stranên Koma Hezex govend gerand

Piştî axaftinan agirê Newrozê ji hêla jinan ve hate pêxistin. Ligel govendê ciwanan fîşekên newayî avêtin. Piştî govendê Koma Hezex derket ser dike û stranên xwe stirî. Pîrozbahiya bi seatan dom kir, bi govend û tîlîlîyan bi dawî bû.

Li Edeneyê Newroz bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dest pê kir

Platforma Saziyên Demokratîk a Edeneyê li Kolana Çarşambayê ya axa Barbaros a navçeya Seyhanê Newroz pîroz kir. Girseya li ber Nûnertiya DEM Partiyê ya Taxê bi slogana, “Bijî Serok Apo” agirê ewil ê Newrozê pêxist. Girseya li derdora agir kom bû, bi sloganan govend geriya. Agirê ewil ji hêla Dayîkên Aştiyê ve hate pêxistin. Girseyê demek dirêj bi sloganan govend domand û fîşekên newayî avêtin.

Hevserokên Rêxistina Seyhanê yên DEM Partiyê Kismet Kaya û Sabahattîn Okuducu bang li gel kirin ku tev li pîrozbahiya Newrozê ku di 22yê Adarê de tê pîrozkirin, bibe. Hevserokê Rêxistina Bajar a Edeneyê Seyfettîn Demîr jî diyar kir ku dê li Edeneyê banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bilind bikin.

Piştî axaftinan gel cardin li dora agir govend girêdan û dirûşm berz kirin.

 

Etîket: BazîdDeşta DâreEdeneNewrozpîroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

Hevserokên DEM Partiyê Paşînyan pîroz kirin

10 HEZÎRAN 2026
Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

Li Manîsayê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin

29 GULAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

Bazîd ji bo Kurdî bi meşaleyan meşiya

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    Paradoksa ziman a parlamenterên DEM Partiyê!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji hevalbendiya DEMê ber bi nêçîra girseya CHPê ve!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Kercewsê cotkaran dest bi çinîna nîskan kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Konferansa Di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Demokratîk a Komarê’ dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mihrîcana Keda Jinan a Berhemdariyê dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Axêverên Konferansê: Komarek demokratîk bê Kurdan nabe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 13ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Ji bo pêvajoyeke rast divê azadiya Abdullah Ocalan bê misogerkirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ferhenga Têgihên Derûnnasiyê ya bi Kurdî der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Komîteya Wezîran biryar: Divê Demîrtaş û Yuksekdag tavilê bên berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (365)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne