Agirî – Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di Newroza Bazîdê de axivî û diyar kir ku Newroz têkoşîna Rewşanan, Mazlûman e û niha ev têkoşîn bi Rêbertiya Birêz Ocalan bûye manîfestoya azadiyê.
Li navçeya Bazîdê a Agiriyê Newroza 2026an ku bi şîara “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê lidarxistin, bi coşeke mezin dest pê kir. Bi hezaran jin, ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikin qada Newrozê ya li Taxa Îsakpaşa. Piştî axaftinan dirûşm hatin berzkirin, govend hatin gerandin Azad Bedra û hûnermendên herêmî derketin ser dikê.
Di bernameyê de ewilî parlementerê Agiriyê Heval Bozdag axivî û xwest ku ev Newroz bibe sedema azadî û aştiyê. Dû re parlementer Necla Demîr derket ser dikê gel silav kir. Necla Demîrê anî ziman ku ew bi cil û bergên xwe yên neteweyî û zimanê xwe li vir in û Newroza gel pîroz kir. Parlementer Sirri Sakik jî axivî û Newroza gelê Kurd pîroz kir.
‘Kurd êdî digihijin azadiya xwe”
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir bal kişand ser giringiya Newrozê û got ku Newroz bi salan e ji bo gelê Kurd bûye hêviya yekitî û azadiyê. Keskîn diyar kir ku Newroz li hemberî Dehaqan bûye gûrzê berxwedanê û got: “Niha jî ev gûrz di destê ciwanên Kurd de ye. Newroz têkoşîna Rewşanan, Mazlûman e û niha ev têkoşîna bi Rêbertiya Birêz Ocalan bûye manîfestoya azadiyê. Ev newroz geşbûn e û ji Rojava heta Rojhilat Kurd li ser pêyan e. Kurd êdî digihijin azadiya xwe.”
‘Yekitî dê me xelas bike’
Keskin Bayindir diyar kir ku li Rojava şerêke mezin heye, her kesek behsa Kurdan dike û wiha pê de çû: “Kurd dê wê rejîmê hilweşîne û nebe serê rima tu hêzan. Newroz ji gelê me yê Rojhilat re pîroz be. Em dixwazin êdî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Newrozê pîroz bikin. Bi têkoşîn û tifaqa me êdî em nêziki serkeftinê ne. Êdî Kurd aktorên mezin û bi hêz in li herêmê û gelê Kurd tenê statu û azadiya xwe dixwaze. Hemû perçeyên kurdistanê û cîhanê em ê ji bo vê têbikoşin û li ber xwe bidin. Nêzikatiya li hember birêz Ocalan nêzikitiya li hember ziman, statu û hebûna Kurdan e. Azadiya Birêz Ocalan jî azadiya Kurdan e. Hêvî û daxwaza Emedê Xanî yektitî bû û niha em li ber yekitiyê ne. Êdî Kurd li gel hev in û ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ev yekitî dê me xelas bike.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Hunermend Azad Bedran û hunermedên herêmî derketin ser dike. Gel bi dirûşm û gerandina govendan Newrozê geş dike.

















