• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
20 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

    Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

    Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

    Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    ‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

    ‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

    Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

    Hevseroka KESKê Ayfer Koçak: Parastina aştiyê ne sûc e

    Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    Amadekariyên Mitînga Azadiyê dest pê kir

    ‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

    ‘Wêje muxalefeteke wisa xurt dike ku ti îdeolojî nikare li hemberî wê rabe’

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

    Ûçar: Birêz Ocalan di bin şertên tecrîdê de ji bo aştiyê dixebite

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Duran Kalkan: Kurd ne leşkerê tu hêzî ne, divê gelê Rojhilat parastinê xurt bike

Navenda Nûçeyan / AW

12 ADAR 2026 - 13:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, Dûran Kalkan li ser geşedanên dawiyê nirxandinên girîng kirin û da zanîn ku ne serkeftina DYA û Îsraîlê, ne jî mayîna rejîma Îranê pirsgirêkên gelan ên aştî, demokrasî, wekhevî û azadiyê çareser nake. Kalkan bi bîr xist ku tekane riya çareseriya pirsgirêkan siyaseta riya sêyemîn a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin. Kalkan da zanîn ku nîqaşên li dora pirsa, ‘gelo Kurd dê di şerê Îranê de çi bikin?’ bertek nîşan da û got ku Kurd ne leşkerê tu kesê ne û dê li ser esasê parastina xwe tevbigerin.

Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan, di bernameya taybet a Medya Haber TVyê de geşedanên herêmê û şerê li dijî Îranê nirxand. Kalkan got ku bûyerên niha dîrokî ne û metirsî her ku diçe zêdetir xuya dibe. Kalkan diyar kir ku di vê atmosferê de hîn bêtir tê dîtin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin ji bo Tirkiyeyê û Kurdan çiqasî girîng e. Kalkan anî ziman ku ewlehiya Tirkiyeyê ne bi çek û gefan, dê bi aştî, demokrasî û azadiya gelan pêk tê. Kalkan got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêkê ve hişyarî kiriye ku aştiya herêmê tenê bi çareseriya demokratîk dikare were pêkanîn.

‘Banga ‘mafê hêviyê bicih bînin’

Kalkan diyar kir ku nîqaşên li ser mafê hêviyê divê bi gavên pratîkî bi dawî bibin. Li gorî Kalkan, eger tê xwestin ku pêvajoya aştiyê pêş bikeve, divê şert û mercên kar û jiyanê yên Abdullah Ocalan bêne guhertin û rê li ber xebatên Abdullah Ocalan ên di şert û mercên azad de were vekirin.

‘Pêwîste pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin’

Kalkan derbirî ku Tirkiye heke dixwaze xwe ji metirsiyên herêmê biparêze divê pêşiya siyaseta demokratîk veke û qanûnên azadiyê derxîne. Kalkan got ku demokratîkbûna Tirkiyeyê ji bo herêmê jî girîng e. Kalkan xwest ku hem Tirkiye pêşiya vê yekê veke û hem jî gelên Tirkiyeyê têkoşînê li ser vî esasî mezin bikin.

‘Şerê li dijî Îranê nû nîne, 36 sal in didome’

Kalkan diyar kir ku şerê niha tenê 10 an 11 roj e dest pê nekiriye. Kalkan anî ziman ku ev şer ji sala 1990î ve di çarçoveya êrişên Amerîka li Rojhilata Navîn de didome. Kalkan ev şer weke şerê hegemoniyayê pênase kir.

‘Ev şer ne li gorî berjewendiyên gelên Rojhilata Navîn e’

Kalkan anî ziman ku ne serketina Amerîka û Îsraîlê û ne jî serketina Îranê çareya gelên herêmê ye û derbirî ku ev şer bi kêrî sermaye û bazara çekan tê. Kalkan daxuyand kugelên herêmê di encamê de tenê windahiyên mezin dibînin û xwest ku ji bo wê siyaseta riya sêyemîn a ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêşkêşkirin, esas bê girtin.

‘PKK li ser xeta siyasî ya sêyemîn e’

Kalkan diyar kir ku tevgera wan li ser xeta siyasî ya sêyemîn e û wiha axivî: “Em ne li aliyê sîstema sermayeyê ya kûrevî ne jî li aliyê statukoparêziya netewe dewletên herêmê ne. Çare di komara demokratîk û entegrasyona demokratîk de ye. Ev jî projeya Rêber Apo ji gelan re pêşkêş kiriye.”

‘Ewlehi tenê dikare bi civaka demokratîk pêk bê’

Kalkan got ku sîstema dewletparêz nikare ewlekariyê ji bo gelan, civak, bawerî û cudahiyan pêk bîne û wiha domand: “Tenê civakeke demokratîk û rêxistinbûyî dikare gelan biparêze û pêşî li şerên herêmî bigire.”

‘Tevgera Kurd her tim bi gelên Rojhilat re ye’

Kalkan diyar kir ku tevgera Kurd her tim bi gelê xwe yê Rojhilatê Kurdistanê re ye. Kalkan ev nirxandin kir: “Eger êriş li hemberî Kurdan bên kirin, divê gelê Kurd xwe bi rêxistin bike û pozîsyona xwe ya parastinê xurt bike. Li ser vê bingehê em jî li rex gelê xwe ne.”

‘Azadiya Rojhilat di demokratîkbûna Îranê de ye’

Kalkan, çareya pirsgirêka Kurd li Îranê di çarçoveya demokrasiya Îranê de nirxand û wiha pêde çû: “Divê li Îranê tifaq û hevalbendiya demokratîk di navbera gelan de were afirandin. Azadiya gelên Îranê jî azadiya Rojhilatê Kurdistanê jî di vir de ye. Ev jî riya siyemîn û stratejiya Rêber Apo pêşkêş kiriye.”

‘Di navbera gelan de tifaqa demokratîk lazim e’

Kalkan got ku Kurd, Azerî û Fars di dîrokê de bi hev re jiyane û neteweperestî ya dewletî tekane xeteriya li hemberî gelan e. Kalkan derbirî ku divê gelên li Îranê tifaqa demokratîk ava bikin da ku demokrasiya li Îranê pêş bikeve.

‘Kurd ne leşkerê tu kesî ne’

Têkildarî nîqaşên li ser Kurdan tên meşandin jî Kalkan bertekek tund nîşan da û xwest ku herkes nirxandinên aqlane bike. Kalkan diyar kir ku Kurd bi sed salan e ji bo azadiyê têdikoşin û ne di wê rewşê de ne ku bibin leşkerê hêzên din. Kalkan got ku yên ku dixwazin Kurdan bixin rewşeke nokeriyê bi xwe di nava nokerî û xiyanetê de ne.

Di dawiyê de Kalkan rexne li hin derdorên li Tirkiyeyê kir ku navê Kurdan tenê demên dijwar de tînin ziman. Kalkan got ku divê ev derdor baş bên naskirin û helwest li hemberî wan bê nîşandan.

 

Etîket: Abdullah OcalanDuran KalkanDYAÎranÎsraîlPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRojhilatê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Divê statûya birêz Ocalan bê diyarkirin

20 HEZÎRAN 2026
Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

Îranê li Iraqê komên veşartî ava kirine

19 HEZÎRAN 2026
Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

Li Semsûrê banga tevlêbûna ‘Mitînga Azadiyê’ hat kirin

18 HEZÎRAN 2026
Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

Ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ bang: Werin em ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bicivin

18 HEZÎRAN 2026
Li gundan civînên gel: Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e

Li gundan civînên gel: Azadiya Rêber Ocalan azadiya gelê Kurd e

17 HEZÎRAN 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

17 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    Hunermend Bermal Çem stran û klîbeke nû amade kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Di bin banê Wezareta Dadê çerçove qanûnek amadekirine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo Zimanê Kurdî cih û wareke nû: Zimanxane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 19ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk li Cizîrê komxebatê li dar dixe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Tirkiyeke demokratîk tenê bi demokrasiyeke xwecihî dikare were avakirin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Rewşa îro ya li Kurdistan û cîhanê yekitiyê li ser me ferz dike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bi guhertin û derxistina qanûnan daristan ji talanê re têne vekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jiyaneke ji bo aştî û azadiyê: Munîbe Koç

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Hê jî ciwan weşanxaneyên Kurdî nizanin’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (550)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne