Amed – Nîviskarên ku behsa bîranînên xwe yên bi helbestvan Ehmed Huseynî re kirin, destnîşan kirin ku Ehmed Huseynî “şêxê helbesta nûjen a Kurdî bû. Têkoşer û xebatkar bû.”
Helbestvanê Kurd Ehmed Huseynî ku demeke dirêj ji ber nexweşiya penceşêrê dihat dermankirin 10ê Adarê li Swêdê jiyana xwe ji dest da. Wefata helbestvan, nivîskar û rewşenbîrê kurd ê navdar Ehmed Ehmed Huseynî, di nava qada wêje û çanda kurdî de xemgîniyeke mezin çêkir. Ehmed Huseynî yê ku jiyana xwe di ber ziman û wêjeya kurdî de feda kiribû û li sirgunê koça dawî kir, tê bibîranîn. PENa Kurd, Komaleya Wêjekarên Kurd, YEWKURD, MED-DER, Enstituya Kurdî ya Amedê, Ma Muzîk, Wêjegeh bi minasebeta wefata helbestvan Ehmed Ehmed Huseynî li avahiyê Komaleya Wêjekarên Kurd duh şîn danî û şîn dê îro bi dawî bibe. Endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Servet Denîz, nivîskar Mîna Acer û endamê YEWKURDê Jêhat Rojhilat têkildarî kesayet û keda Ehmed Huseynî, hest û bîranînên xwe ji ajansa me re parve kirin.
‘Ne tenê şêxê helbestê, şêxê helwestê jî bû’
Endamê Enstîtuya Kurdî ya Amedê Servet Denîz, qala girêdana Ehmed Huseynî ya bi Bakurê Kurdistanê re kir û serpêhatiyeke wî ya bi êş a li ser sînor parve kir. Servet Denîz destnîşan kir ku beriya sînor bêne girtin, Ehmed Huseynî her tim dihat Bakur, beşdarî xebatan dibû û bernameyên televîzyonê amade dikirin. Servet Denîz da zanîn ku Ehmed Huseynî carekê hewl daye ku dîsa sînor derbas bike, lê rastî îşkenceyeke giran hatiye û wiha got: “Di pêvajoya ku êdî şer dest pê kiribû de, carekê hewl da ku dîsa ji sînor derbas be û were Bakur. Lê li ser sînor hatibû girtin û îşkenceyeke giran lê hatibû kirin. Piştî wê, derfeta wî ya hatina Bakur çênebû.”

‘Dê di bîra nifşên pêşerojê de bimîne’
Servet Denîz bal kişand ser sekna Ehmed Huseynî ya neteweyî û wiha domand: “Her kes niha sersaxiyê dixwaze û wî wekî ‘Şêxê Helbestê’ bi nav dikin. Lê bi rastî, ew ne tenê Şêxê Helbestê bû, di heman demê de ‘Şêxê Helwestê’ jî bû. Gelek helbestkar û afirîner hene, lê her kes ne xwedî helwest e û ewqas jidil ne girêdayî gel û welatê xwe ye. Ew ê bi vî awayî di bîra nifşên pêşerojê de bimîne.”
‘Ji bo ciwanan pêşeng û rênîşander bû’
Nivîskar û mamosteya Kurdî Mîna Acer jî qala bandora Ehmed Huseynî ya li ser ciwanan û wêjeya Kurdî kir. Mîna Acer diyar kir ku wekî jineke ciwan a nivîskar, dîtina wê ya Ehmed Huseynî bandoreke mezin li ser wê kiriye û Ehmed Huseynî di warê nivîskariyê de rê nîşanî wê daye. Mîna Acer bîranîna xwe ya bi Ehmed Huseynî re wiha anî ziman: “Me li fûara pirtûkan hev dît. Min pirtûka wî stand û me sohbet kir. Min behsa nivîsên xwe kir, wî jî feyz da min. Şîret li min kirin bê ka divê ez çawa di rêya wêjeya Kurdî de bimeşim. Kesekî pir têkoşer û xebatkar bû; ne mimkun bû ku mirov di bin bandora wî de nemîne.”

‘Mîrê helbesta nûjen bû’
Li ser navê YEWKURDê jî Jêhat Rojhilat axivî û xemgîniya xwe ya ji ber koça dawî ya Ehmed Huseynî ya li mişextiyê anî ziman. Jêhat Rojhilat bi bîr xist ku wan berê li Sumer Parka Amedê bi navê “Mîhrîcana Rûmetê” bernameyek li dar xistibû û Ehmed Huseynî jî beşdar bûbû. Jêhat Rojhilat ew wekî “Hîmê wêjeya nûjen a Kurdî” pênase kir û got: “Taybetmendiya wî ew bû ku kesekî ne fermî bû; di nava gel de, bi ciwanan re ciwan û bi extiyaran re extiyar bû. Wî tenê ji bo nivîskariyê nenivîsand; êş û azara miletê xwe di helbesta xwe de bi cih dikir. Min gelek caran jê re digot ‘mîrê helbestê’ an jî ‘şêxê helbesta nûjen’.”














