Piştî merasîma oxirkirinê ya Salih Muslim li Qamişlo hate lidarxistin û ber bi Kobanê ve hat oxirkirin. Cenezayê Salih Muslim gihîşt gundewarê Kobanê.
Bi hezaran şêniyên Rojava bi Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim oxir kir. Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê pêk hat.
Piştî merasîma oxirkirinê, ji bo cenazeyê Salih Muslim li Pakrewangeha Şehîd Dicle were definkirin ber bi Kobanê ve bi rê ket.
Hate diyarkirin ku cenazeyê Salih Muslim gihîşt gundên başûrê bajarê Kobanê. Hate destnîşankirin ku wê karwan beriya berê xwe bide navenda bajêr li gundên Kobanê bigere.













