Li taxa Kabê ya navçeya Sûrê bi girseyî Newroz hate pîrozkirin. Girseya ku agirê Newrozê pêxist bênavber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.
Li taxa Kabê ya navçeya Sûrê ya Amedê bi girseyî Newroz hate pîrozkirin. Gelê Kabê Cejna Newrozê bi coş û kelecanî pîroz kir. Parlamenterê Amedê Serhat Eren, hevserokên DEM Partiyê û DBPê yên Amedê, hevşaredarên Sûrê aktîvîstên TJAyê û sedan welatî tevli pîrozbahiyê bûn. Girseya ku agirê Newroz pêxist, li ber agir govend gerand û dirûşmêyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.
Pîrozbahî heta derengiya şevê bi tîlîlî, stran, govend û coşek mezin berdewam kir.














