• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
15 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Welatiyan li dijî qezayên trafîqê û mirinan rê girtin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan girseyî hat pêşwazîkirin

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Leşkerên Tirk vegera gundiyên Zaxoyê asteng kir

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Li Reqayê êrişkarekî xwe teqand

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat definkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

    Sê Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Sêrt û Êlihê 1ê Gulanê bi girseyî hate pîrozkirin

Êlih-Sêrt / AW

1 GULAN 2026 - 18:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Êlih û Sêrtê 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê girseyî hatin pîrozkirin. Hevserokê Giştî yê DBP Keskîn Bayindir di pîrozbahiya Êlihê de axivî û got: “Birêz Ocalan rêberê karkeran e. Ev roj li Birêz Ocalan pîroz be.”

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê bi boneya pîrozkirina 1ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê ji ber Nexweşxanya Farabîmê heta Parka Yilmaz Geney meşiyan û piştî meşê daxuyanî dan. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Êlihê û endamên sazî û dezgehên sivîl ên bajêr beşdar bûn. Çalakî bi dirûşmeyên “Ji berxwedanê heta serketinê”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî têkoşîna me ya birûmet” û “Talan tune dike, berxwedan jiyan e.” hatin berzkirin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmetên Civakî (SES) ya Êlihê Cîhan Tuzun ve hate xwendin.

‘Birêz Ocalan rêberê karkeran e’

Hevserokê Giştî yê DBP Keskîn Bayindir mafê axaftinê girt û Cejna Karkeran pîroz kir û got ku karker tevî zilmê jî têkoşîna xwe ya sendîkayî bernedane û wiha axivî: “Pergal bi xwêdana karkeran xwe dewlemend dike. Ger ku karker xwe rêxistin bikin dê bigihîjin armancên xwe. Bila her kes bizanibe ku em bihêz in. Bi dehan rêxistinên karkeran û kedkaran û bi hezaran kes niha li vir in. Em ê bi xwêdana keda xwe bigihîjin armanca xwe. Ew dipirsin, çima em li vir navê Birêz Ocalan tînin ziman? Em dizanin ku Birêz Ocalan pêşengiya pêvajoyê dike. Yên ku piştgiriyê didin vê pêvajoyê karker û kedkarên li Kurdistan û Tirkiyeyê ne. Birêz Ocalan rêberê karkeran e. Ev roj li Birêz Ocalan pîroz be.”

SÊRT

Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Sêrtê bi boneya pîrozkirina 1ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê ji Rêya Guresê heta Qada Demokrasiyê meşiyan. Parlamentera Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş, hevşaredarên Sêrtê, Serokê CHPê yê Sêrtê Nevaf Bîlek û rêveber û endamên partiyên cuda, endam û rêveberên DEM Partiyê û DBPê yên Sêrtê û gelek endamên saziyên civaka sivîl ên bajêr tev li çalakiyê bûn. Di meşê de pankart û dowîzên li ser “Ji bo zarok û kedkaran dibistanên wele”, “Pêşî parastina jiyanê”, “Bijî 1ê Gulanê”, “Em karkerên ciwanên lê ne karkerên erzanin”, “Mirov bi mafên mirovin”, “Perwerdehiyê biparêze metîngeriyê biparêze” û “Em jiyaneke bêşer û bêtundî dixwazin” hatibûn nivîsandin hilgirtin. Her wiha di meşê de bênavber dirûşmeya “Bijî 1 Gulan” berz dikirin. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn.Daxuyanî ji hêla nûnerê DÎSK Genel Îşê yê Sêrtê Adnan Toprak ve hate xwendin.

‘Hewceye ku berdêlên keda karkeran bên dayîn’

Piştî daxuyaniyê parlamentera DEM Partiyê yê Sêrtê Sabahat Erdogan Saritaş axivî û got: “Em ê mafên xwe jiyanî bi her awayî biparêzin û xwe rêxistin bikin. Em her roj bi qetilkirina jinan û îstîsmara zarokan re rû bi rû dimînin. Her tim zarokên ku weke karker tên xebitandin, roja em rastî nûçeya wan a qezayên kar neyên tune ye. Her tim di cejna 1ê Gulanê dengê ji bo aş, nan û têkoşîna karkeran bilind dibe. Em li vir bang li rayedaran dikin û dibêjin deng bidin van qadan û hewceye ku berdêlên keda karkeran bên dayîn.”

‘Demokrasî pêşeroja vî welatî ye’

Serokê CHPê yê Sêrtê Newaf Bîlek jî di çalakiyê de axivî û got: “Mixabin ev pergal welatiyan tenê tunebûnê dide avakirin. Yên ku vê tunebûnê jî dijîn kesên ku ked didin e. Beriya heft salan kesên teqewît dikaribûn bi mûçeyek heşt gram zêr bistendina. Lê niha sê gram tê stendin. Demokrasî pêşeroja vî welatî ye. Hin kes hene li aliyê demokrasiyê ne hin jî li dijî ne. Ev rewş gelekî me diêşîne.”

Bername li ber def û zirneyê û gerandina govendê bi dawî bû.

 

Etîket: 1ê GulaneÊlihpîrozbahîsêrt
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

‘Xwestin ser bûyera li navenda rehabîlîtasyonê bigirin’

15 HEZÎRAN 2026
‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

‘Divê aqûbeta kesên hatine windakirin û kuştin bê ronîkirin’

6 HEZÎRAN 2026
Pira Sêrtê ku zêdetirî çar meh in xerabe ye nayê çêkirin

Pira Sêrtê ku zêdetirî çar meh in xerabe ye nayê çêkirin

5 HEZÎRAN 2026
Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

4 HEZÎRAN 2026
ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

ÎHDê û malbatan aqûbeta windakiriyan pirsîn

30 GULAN 2026
Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    Banga sedsaleke nû: Konferansa Veguherîna Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Starta ‘Mitînga Azadiyê’ dan: Niha dema meşa ber bi azadiyê ve ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em dixwazin aştî pêk bê û vegerin gundê xwe’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Meletiyê panela Ziman û Wêjeyê: Divê her qad bibe Kurdî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Zarokistanan bi şahiyekê dest bi betlaneyê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Çandeke komûnê: Doşane

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 15ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Faîk Bulut: Demokratîkbûyîna komarê girêdayî zextên civakî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Jina Kurd Dr. Ronay Bakan du xelatên akademîk wergirt

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Divê Meclîs ji bo bicihanîna Mafê Hêviyê tavilê qanûnan çêbike’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (445)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne