Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistanê ku her sal li bajarên wekî Sine, Kirmaşan, Seqiz, Mahabadê û herî dawî li Urmiyeyê bi milyonan Kurd bi kincên neteweyî û govendên xwe ve yekrêziya xwe ya Newrozê nîşan didin. Lê belê Kurdên Rojhilat îsal di şert û mercên şer de pêşwaziya Newrozê dikin.
Rejîma li Tehranê her sal hewl dide pîrozbahiyên Newrozê bixe bin kontrola xwe û dixwaze Newrozan di hundirê salonên girtî de bifetisîne. Lê belê, bersiva gelê Rojhilat her tim şikandina van qedexeyan e. Kurdên li bajar, navçe û gundan, sînorên ku rejîm ji wan re diyar kirine nas nakin û berê xwe didin lûtkeyên herî bilind ên çiyayan. Agirê ku li ser lûtkeyên asê tê vêxistin, bersiveke zelal e li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi dehan sal in li ser van axan tê meşandin.
Li dijî yekrengiyê rengên Kurdî

Yek ji dîmenên herî bi wate yên Newrozên Rojhilat, rîtma rengan e. Li bajarên wekî Sine, Îlam, Seqiz, Urmiye, Kirmaşan û Mahabadê, mîlyonan Kurd bi kincên Kurdî diherikin qadên Newrozan. Jinên Kurd lixwekirina kincên rengîn, li dijî polîtîkaya çarşefan ên rejîmê disekinin. Govendên ku li van bajaran têne gerandin, nîşana yekrêzî û hevgirtina civaka Kurd e.
Parastina ruhê kevnar

Di vê navberê de, pîrozbahiyên li herêma Hewramanê û gundê dîrokî yê Palanganê bala hemû cîhanê dikişînin. Newroza li vir bi rengekî efsûnî tê pîrozkirin. Bi sedan ciwanên Kurd bi meşaleyan ji kolanên asê ber bi lûtkeyan ve hildikişin. Ev zincîra ji agir a ku li ser sîngê çiya diherike, ruhê Newrozê yê kevnar diparêze.















