• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
28 GULAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Serdana cejnê ya DEM Partiyê didome: Divê gavên şenber bên avetin

    Serdana cejnê ya DEM Partiyê didome: Divê gavên şenber bên avetin

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

    Serdana cejnê ya DEM Partiyê didome: Divê gavên şenber bên avetin

    Serdana cejnê ya DEM Partiyê didome: Divê gavên şenber bên avetin

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tahîr Elçî di salvegera 9emîn de hat bibîranîn

Navenda Nûçeyan / AW

28 MIJDAR 2024 - 12:02
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di salvegera 9’emîn a qetilkirina xwe de li ber Minareya Çar Ling hat bibîranîn. Hat diyarkirin ku wê xwedî li gotin û helwesta Elçî bê derketin.

Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî ji bo salvegera 9emîn a qetilkirina Tahîr Elçî bernameya bîranînê li dar xist. Parêzer û serokên baroyan û siyasetmedar li ber Edliyeya Amedê kom bûn.

Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikulu, serokên baroyên gelek bajaran, bi sedan parêzer li ber Edliyeya Amedê dest bi meşê kirin. Girse li pişt pankarta “Em te ji bîr nakin” meş hat lidarxistin û dirûşma “Tahîr Elçî rûmeta me ye” û “Şehîd namirin” hatin berzkirin.

Meş li ber Minareya Çar Ling ku Tahîr Elçî lê hat qetilkirin bi dawî bû. Ewilî li dengê Tahîr Elçî yanî li axaftina wî ya dawî ya li ber Minareya Çar Ling hat guhdarkirin.

‘Em xwedî li helwesta Tahîr Elçî derdikevin’

Paşê daxuyanî hat dayîn. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç daxuyanî da û destpêkê bal kişand ser bêhiqûqiyên di doza Tahîr Elçî de qewimîn. Guleç da zanîn ku daxwazên kifşê hatin redkirin û got: “Rastiyên suîqestê li cem serdestan hatin veşartin. Wezîran û Serokwezîr gotin em ê nehêlin ev cînayet di tariyê de bimîne. Lê me xapandin. Cînayeta Tahîr Elçî bû destpêka serdemek tarî. Ji wê rojê heta îro serdestiya hiqûqê xesarek mezin dîtiye. Baweriya civakê ya bi edaletê nemaye. Krîza siyasî ji wê rojê heta îro berdewam dike. Serokê me Tahîr Elçî ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka kurd hewl dida. Em xwedî il gotin û helwesta serokê xwe yê ebedî Tahîr Elçî derdikevin. Ji bo cînayeta wî were ronîkirin çi ji destê me were em ê bikin û têkoşîna xwe bidomînin. Em carek serokê xwe yê nemir bi rêzdarî û minet bi bîr tînin.”

Piştre hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî û Serokê TBB’ê Erînç Sağkan axivîn û Tahîr Elçî bibîr anîn.

Piştî axaftinan hiqûqzanan û siyasetmedaran qerenfîl danîn ber Minareya Çar Ling û bîranîna bi dawî bû.

Navê Tahîr Elçî li kuçeya Minareya Çar Ling hat kirin

Li cihê bîranînê hat ragihandin ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Sûrê navê Tahîr Elçî li kuçeya Minareya Çar Ling kirin. Dê sibê bi beşdariya hevşaredaran û Baroya Amedê ji bo vekirina kûçeyê merasîmek bê lidarxistin.

 

Etîket: Abdulkadîr GuleçAyşegul DoganBaroya AmedêDEM PartîTahir Elçî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdana cejnê ya DEM Partiyê didome: Divê gavên şenber bên avetin

Serdana cejnê ya DEM Partiyê didome: Divê gavên şenber bên avetin

28 GULAN 2026
Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

Li gelek navendan serdana goristanan hat kirin

26 GULAN 2026
Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

Bernameya cejnê ya DEM Partiyê diyar bû

26 GULAN 2026
Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

Ji DEM Partî û KCDK-Eyê peyamên Cejna Qurbanê

26 GULAN 2026
DEM Partiyê du malbat li hev anî

DEM Partiyê du malbat li hev anî

25 GULAN 2026
Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

Bakirhan: CHP dikarê vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike

25 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    Li Tirkiyeyê nîqaşa destûra bingehîn û Komara Demokratîk

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li dijî şerê taybet tûrnûvaya Rojîn Kabaîş dest pê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sektora herî bi metirsî: Înşaat

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lokman Akbaba piştî 31 salên girtî hat berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 28ê GULANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê 3 girtiyên Kurd darvekir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rejîma Îranê mafên hevdîtin û telefonê yên Werîşe Muradî xesp kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji Colemêrgê heta Efrînê gel li pakrewangeha ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serdana cejnê ya DEM Partiyê didome: Divê gavên şenber bên avetin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • GULAN 2026 (716)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne