Li navçeyên Elbakê û Şaxê yên Wanê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin. Di pîrozbahiyan de agirê Newrozê hate hilkirin û daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.
Li navçeyên Elbakê û Şaxê yên Wanê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin û agirê Newrozê hate hilkirin. Di pîrozbahiyan de hat xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
ELBAK
Li navçeya Elbakê ya Wanê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” li Qada Navçeyê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), DEM Partî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di bernameyê de Endamê Hevserokatiya PYDê Salih Muslim ê di 11ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû, hat bîranîn. Newroza ku bi şîara azadiyê hat pîrozkirin, agirê Newrozê bi tilîlî û govendê hat pêxistin û dirûşmên “Bîjî Serok Apo” hatin berzkirin.

‘Newroz li dijî zilmê serhildan e’
Di pîrozbahiyê de Hevseroka DEM Partiyê ya Bajarê Wanê Gulşen Kurt pêşî axivî û endamê Meclîsa Hevserokatiya PYDê Salih Muslim bi bîr anî û got: “Salih Muslim her tim jiyana xwe ji bo hebûn û azadiya gelê Kurd diyarî kiriye.Newroz serhildana li dijî hemû şerên qirêj û hemû zilmê ye. Çawa ku Hesinkar Kawa li dijî zilmê agirê Newrozê pêxist û tarîtî derxist holê, em ê jî xwedî li mîrateya Mazlum Dogan, Rehşan, Berîvan û Bêrîtan derbikevin.”
‘Moderniteya Kapîtalîst di nava krîzekê de ye’
Piştre Hevserokê DBPê yê Bajarê Wanê Cemal Demîr destnîşan kir ku Modernîteya Kapîtalîst di nava krîzekê de ye û ev tişt anî ziman: “Modela netewe-dewletê ya ku gelên Rojhilata Navîn dihesibînin ev 100 sal in ji bilî mirin, hêsir û qetlîamê tiştek bi xwe re neaniye. Ji ber vê yekê modela ku Abdullah Ocalan daye pêş, neteweya demokratîk a Rojhilata Navîn û rêxistinbûyîna demokratîk e. Bi vê modelê jiyana rast ava bikin.”
‘Ji bo azadiya Ocalan li vir civiyan’
Herî dawî Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî bi bîr xist ku Abdullah Ocalan derfeteke mezin pêşkêşî gelan kir û got: “Abdullah Ocalan dibêje ‘Ez dikarim vî şerî û pevçûnê ber bi diyalogê ve bibim.’ Li ser vê yekê gelek gotegot derketin; gotin ku ‘Gelê Kurd tiştên ku Abdullah Ocalan dibêje nake.’ Lê belê ew şaş man, ji ber ku gelê Kurd her dem kolan dagirtin û li pişt Rêbertiya xwe sekinîn. Îro jî wekî ku em li Elbakê dibînin, di vê sermayê de mirov ji bo azadiya Abdullah Ocalan li vir civiyan.”
ŞAX
Li navçeya Şaxê li pêşiya avahiya DEM Partiyê Newroz hat pîrozkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Hevseroka BDPê ya Wanê Gonul Uzunay, ENDAM û Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek welatî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Bernamebe bi rêzgirtina ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane û ji bo Salih Muslîm dest pê kir.

‘Divê Ocalan azad be’
Hevseroka DBPa Wanê Gonul Uzunay di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir ku divê Abdullah Ocalan azad bibe û got: “Heta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan pêk neyê, em wekî gelê Kurd û civaka demokratîk azadiya xapînok qebûl nakin.”
‘Em ê her dem têkoşîna Muslîm bilind bikin’
Hevserokê DEM Partiya Wanê Veysî Dîlekçî jî bal kişand ser rola Salih Muslîm a di nav şoreşa gelê Kurd de û wiha got: “Birêz Salih Muslîm jiyana xwe ji azadiya gelê xwe feda kir. Ji bo serkeftin û serfiraziya gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn, wî tekoşîneke bêhempa meşand. Em ê her dem vê tekoşîna Birêz Muslîm bilind bikin û di xebatên xwe de mîrasa wî ji bîr nekin. Em soza domandina rêya Muslîm didin.”
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û gel li ber stranan govend gerand.














