Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1ê ya Îzmîrê ji bo bîranîna helbestvan Ehmed Huseynî bernameya bîranînê li dar xist. Di bernameyê de hat gotin ku Ehmed Huseynî xebat û têkoşîna xwe di xizmeta azadiyê de kiriye û wêjeya xwe li ser rêya azadiyê hûndidiye.
Şaxa Egîtîm Senê ya Jimara 1ê ya Îzmîrê ji bo bîranîna helbestvan Ehmed Huseynî, bernameyeke bîranînê li dar xist. Bername li avahiya Egîtîm Senê pêk hat. Gelek kes tev li bernameyê bûn û li ser bîranîna Ehmed Huseyîn axaftin hatin kirin.
Di bernameyê de nivîskar Fewzî Ciwan axivî û diyar kir ku helbestvanê mezin Ehmed Huseynî mirov nikare ji civaka wî cihê binirxîne. Fewzî Ciwan anî ziman ku civaka ku Ehmed Huseynî di nav de gelek rastî neheqiyan hatiye û Ehmed Huseynî jî wek parçeyek ji civaka xwe para xwe ji van neheqiyan girtiye û got: “Lewma dema mirov qala Ehmed Huseynî dike, mirov nikare qala erdnîgariya ku lê jiyaye neke. Dema mirov qala Ehmed Huseynî dike, Sînemaya Amûdê tê bîra mirov ji ber ku ew êrişa hovane ya Rejîma Beasê gelekî bandor li ser Ehmed Huseynî kir.”

‘Em ê di rêya ku wî avakirî de bimeşin’
Fewzî Ciwan destnîşan kir rejîmên dagirker wekî çawa li ber Kurdan dibin asteng li ber Ehmed Huseynî jî tim bûne asteng û got: “Ehmed Huseynî li Şamê beşa felsefeyê xwend, lê piştî ji zanîngehê derçû rejîmê nehişt ew karê xwe bike û ji ber vê neheqiyê lêda çû Ewropayê û karên cûr bi cûr kir û bi helbestvaniyê re mijûl bû. Ehmed Huseynî perçeyeke ji civaka xwe bû û em jî parçeyek ji wê civakê ne lewra paşeroj û pêşeroja me yek e. Ji ber vê jî heta ji destê me bê em ê di rêya ku wî ava kirî de bimeşin.”
‘Wî xebata xwe di xizmeta azadiyê de hûnand’
Nivîskar Mekî Ekîn jî axivî û destnîşan kir ku wêjeya Ehmed Huseynî wêjeya bindestan bû û got: “Ev kesên di nav kategoriya wêjeya bindestan de mirov dikare binirxîne; wekî Ehmed Huseynî, Rênas Jiyan, Arjen Arî û her wekî din, van kesan çi nivîsandibin ew tişt jixwe di jiyana wan de hebû ye. Ji ber ku Ehmed Huseynî ji hêla neteweyî ve bindest bû ev di hunera wî de xwe dida der û hunera xwe di xizmeta azadiya neteweya xwe de dihûnand. Ehmed Huseynî bi helbestên xwe bi me dide hîskirin ku em bindest in û bi vê hîsê mirov hew lê dinêre ku mirov li ser xelasî û azadiya xwe hûr û kur difikire.”
Bername bi lêdana çepikan bi dawî bû.












